Li Adiyemane li peşa Çiyaye Nemrüde ye di Listeya Kelepora Cihane ya UNESCOye da festivala "Hevditinen Gastronomiye yen Nemrüde yen Navneteweyi" hat kirin.
Festivala ku ji hela Qaymeqamtiya Kahtaye li gunde Karadute li hewşa oteleke hat lidarxistin, bi çalakiyen atolyeye yen şefen ji welaten cuda yen weki ji Libnane Barbara Massaad, ji İrane Parisa Kalantari, ji İtalyaye Michelangelo de Lauretis ü Massimiliano Catena ü ji Tirkiyeye Ahmet Guzelyagdoken ü Sait Onder va dest pe kir.
Qaymeqam Selami Korkutata qala çalakiyen ku di çarçoveya festivale da hatin kirin kir ü got ku bi hezaran ziyaretvanen xwemali ü biyani iro derketin Çiyaye Nemrüde ku muzeya servekiri ya heri mezin e.
Korkutata diyar kir, li qada peşwazikirine ya Pira Cendereye ya 1800 sali peşangeha "Commagene Table" a Elvan Ozkavruk ü Jovita Sakalauskaite hat vekirin ü hunermend Zaraye ji konsereke xweş da.
Korkutata bal kişand ku ew bi beşdariya bi deh hezaran kesi va pir kefxweş bün ü her wisa festival de di roja duyemin da ji bi çalakiyen rengin bidome.
Parlamentere AK Partiye ye Adiyemane Muhammed Fatih Toprak ji sipasiya wan şefan kir ku ji welaten cuda hatin, beşdari festivala "Hevditinen Gastronomiye yen Nemrüde yen Navneteweyi" bün ü huneren xwe nişan dan.
Parisa Kalantariye diyar kir, ji ber nezikbüna çandan, metbexa İrane ü ya Tirkan pir neziki hev e.
Barbara Massaade ji qala mirata çandi ü diroki ya ji Osmaniyan ji wan ra maye kir ü got ku tamen hevpar en di ware gastronomiye da he ji didomin.
-
|