Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 24/04/2024 06:15 
News  > 

Li 81 Bajaran Danezana Mafên Zarokan Wê Bê Xwendin

19.11.2017 12:43

Serokê Giştî yê Komeleya Dildarên Mafên Zarokan Kiliç: Di 20ê mijdarê Roja Mafên Zarokan a Dinyayê de li 81 bajaran di saet 11.30an de Danezana Mafên Zarokan wê bê xwendin.

ANKARA (AA) - Mazlum Kiliçe Seroke Gişti ye Komeleya Dildaren Mafen Zarokan (ÇOHAG) got di 20e mijdare Roja Mafen Zarokan a Dinyaye de li 81 bajaran ewe di saet 11.30an de bi hev ra Danezana Mafen Zarokan bixwinin.



Kiliç der bare çalakiyen komeleya ÇOHAGe yen ji bo 20e mijdare Roja Mafen Zarokan a Dinyaye de agahi da nuçegihane AAye.



Kiliç got ji sala 2000an pe va bi hevkariya Wezareta Malbat ü Politikayen Civaki ü UNICEFe va di meha mijdare de "Foruma Zarokan a Neteweyi" te li darxistin.



Kiliç ani ziman 18emin Foruma Zarokan a Neteweyi duh li Enqereye hatiye despekirin ü wiha axivi: "Zarok li vir fikr, nerin ü biryaren xwe li TBMMye hizüra parlamenteran ilan dikin ü hin daxwazen wan ten qebülkirin. Ji komeleya me ji nuner beşdari forume dibin."



Ji bo avabüna ÇOHAGe Kiliç got zaroken ku di foruman da hindekar bün di sala 2007an de hatine bal hev ü komele avakirine ü wiha dewam kir: "Qasi 3 hezaran dildaren komeleye hene. Wek komele li 70 bajaran em perwerdeya mafen zarokan didin."Kiliç li ser xebaten ku we sala pe bikin wiha axivi: "Dile me heye em di nav sala 2018an da projeyeke komxebate yeke pir mezin çekin. Em plan dikin ku der heqe mijara mafen zarokan da li heft hereman hefte komxebatan çekin."



Kiliç diyar kir ku di heman deme da wan projeya "Di nav 500 Roji da 500 Bişirin" da destpekirin ü wiha dewam kir:



"Me biryar da ü em e di meha gulane da di nav 500 roji da 500 zaroki kefxweş bikin. Ango em li 500 zaroken feqir bot, mont ü ji bo xwendekaran ji alikariya kirtasiyeye bikin. Ev projeya me dest pe kir. Me ve gave pediviya 250 zaroken xwe peyda kir. Xebaten me dewam dikin, em ji miroven der ü dora xwe ji alikariye berhev dikin."



Kiliç got, "Em e di Roja Mafen Zarokan a Dinyaye da li 81 bajaran di saet 11.30i da Danezana Mafen Zarokan bixwinin. Hevalen me yen komiteye we li bajaren xwe li meydan ü qadan bicivin ü Danezana Mafen Zarokan bixwinin. Her wiha we daxwazen xwe ji ji walitiyen bajaran ra bejin."



Kiliç diyar kir ku wan li zaningehan ji civaten mafen zarokan çekirin. -



 
Latest News





 
 
Top News