Li Wan, Hekari, Bidlis ü Müşe ji ber şert ü mercen neyini yen hewaye reya 1301 ci ü wari hat girtin.
Şaredariya Bajare Mezin a Wane di daxuyaniya weşand da ragihand ku ji ber berf ü püke reya 930 gund ü gom en li bajer hatine girtin.
Daxuyaniye da hat gotin ku ekiben revekirine li ser kare xwe ne berfa kuçe ü kolanan paqij dikin, reya vedikin ü xwe dikin. Welati ji berfa li peşiya mal ü dikanen xwe paqij dikin.
Reya di navbera Wan-Baxçeseraye da ji ji ber talükeya aşite hat girtin ü kesen dixwazin biçin navçeye ji ali Hizana navçeya Bidlise ra diçin.
Hekari
Li gor agahiyen ji İdareya Taybet a Parezgehe hat hildan ji ber şert ü mercen hewaye li seransere bajer reya 64 gundan girti ye ü bo vekirine xebat dewam dikin.
Bidlis
Midüre Xizmeten Re ü Veguhestine ye Reveberiya Taybet a Parezgehe Umit Kurtkan diyar kir ku li bajer ji ber barina berfe reya 198 gundan girti ye.
Kurtkan got ku ew ji bo vekirina reyan xebaten xwe didominin.
Müş
Sekretere Gişti ye Reveberiya Taybet a Parezgehe Şeyhmus Yentur destnişan kir ku li bajer berf tesira xwe didomine ü ew ji ji bo vekirina reya 109 gundan hewl didin.
Ekiben şaredariye li navenda bajer a di nav berfe da maye kuçe ü kolanan paqij dikin. -
|