Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 19:35 
News  > 

Li 4 bajarên rojhilatê bi şev germa hewayê ket binê sifirê

21.10.2021 11:11

Li Qers, Agiri, Erzirom ü Erdexane bi şev germa hewaye ket bine sifire.

Li gor daxuyaniya ku ji Midüriya Herema 12emin a Meteorolojiye hat dayin, li hereme bi şev germa hewaye ya heri kem di bine sifire da li Qerse 6, li Erdexane 4, li Erzirome 3 ü li Agiriye 2 pile hat pivan.

Bi şev germa hewaye li Tuneliye 6, li İdire 5 ü li Erzincane ji ji 2 pile hat pivan.

Ji ber sir ü sermaye li navenda bajare Erzirome ü li Sariqamişa navçeya Qerse sere sibehe li ser wesayit ü dar ü beran qiravi ket.

Li navçeya Sariqamişe merg ü mexel ji bi qiraviye spi bün. Ji şivanan Ahmet Boztoprake ku heywanen xwe berda çere got ku hewa ber bi nive şeve pir sar bü ü wiha dewam kir, "Li Sariqamişe germa hewaye ket bine sifire, li her dere qiravi ket. Ka em biniherin nesibe me we iro çi bibe. Em di çerandina heywanan da zehmetiye dikişinin."

Li navçeye hin rovi ji xwe ser çayiran li xwarine geriyan.

Li tevahiya hereme iro hewa we ewrsayi be.

Li gor texmine li hereme germa hewaye we li gor demsale ji pileyeki heta 3 pileyan bikeve.

Nava roje germa hewaye ya heri zede li Tunceliye 23, li Erzincane 19, li İdire 18, li Agiriye 16, li Erzirome 15, li Qerse 13 ü li Erdexane 11 pile te payin. -



 
Latest News





 
 
Top News