Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 24/04/2024 17:59 
News  > 

Lewanteyên ku li gundewarên Mêrdînê hatin danîn ji bo jinan bûn deriyê nan

14.01.2021 16:26

Piştî ku perwerdeya danîn û dirûna lewanteyê sitandin, 60 jinên destteng hatin îstixdamkirin. Jinên îstixdamkirî şitlên 800 hezar û 400 lewanteyan danîn û bi kelecanî li hêviya roja dirûnê ne.

Li Merdine lewanteyen ku bi hevkariya wezareten Pişesazi ü Teknolojiye, Malbat, Xebat ü Xizmeten Civaki ü her wiha Çandini ü Daristane li gundewaren 5 navçeyan hatin danin, ji bo 60 jinen destteng bün deriye nan.

Di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Peşketina Civaki (SOGEP) da, ku di himayeya Wezareta Pişesazi ü Teknolojiye da ji hela Ajansa Peşketina Dicleye (DİKA) te birevabirin, ji hela Midüriyeta Malbat Xebat ü Xizmeten Civaki ya Parezgeha Merdine "Projeya Jina ku Kare Dinyayeke Dike" ya ku budceya we 3 milyon lire ye, hat cibicikirin.

Di çarçoveya projeya ku li navçeyen Artuklu, Dargeçit, Nisebin, Omerli ü Derike bi piştgiriya Walitiya Merdine, Şaredariya Bajare Mezin, Midüriyeta Çandini ü Daristane ya Parezgehe, qaymeqamti ü şaredariyen navçeyan te meşandin da perwerdeya danin ü dirütina lewanteye dan 200 jinen 18-45 sali yen destteng.

Ji jinen perwerdekiri 60 je di "Korperatifa Jina ku Kare Dinyayeke Dike" da hatin istixdamkirin.

Jinan li 5 navçeyan li ser 1020 dekar erdi şitlen 800 hezar ü 400 lewanteyan danin.

Jinen ku ji niha va bün xwedi dahat, li benda roja dirüne ne.

"Pişti 2 salan eme ji lewanteyen li van baxçeyen rün derxinin"

Midüre Çandini ü Daristane ye Bajer Menduh Dinler daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir bi ve projeye te xwestin jinen li hereme ji hela aboriye va xurt bibin ü zeviyen nayen ajotin ji bila beyar neminin.

Dinler got ku axa Merdine ji bo lewanteyan bi ker te ü wiha domand: "Bi izna Xwede du sal bi şün da eme ji lewanteyen li ve dere rün derxinin. Ji lewanteyen dekareki hatine rakirin we qasi 6-7 litre rün derkeve. Ev ji we bi ker be."

Şewirmende projeye hindekar Medet Korkmuş diyar kir ku ew di çarçoveya projeye da we piştgiriye bidin jinan ü bo her jineke 17 donim zeviyen lewanteye cihe kirin.

Korkmuş destnişan kir ku nave projeye "Projeya Jinen Dinyayeki Ava Dikin" e ü wiha domand: "Le di esle xwe da ev bergidana 60 dinyayi ye lewra jinek di heman deme da malbeteke, malbatek ji dinyayek e. Ev xebat ji bo vizyona qaden gundewar a 2023an ji minake ku zeviyen beyar bi keri çandiniye ben ü ben ajotin. Li deveren lewante ten ajotin çandiniya organik ji pekan e be kirin. Di dema xebaten ceribandine da me ji lewanteyen donimek erdi derdiketin heri kem 6 ü heri zede ji 15 litre rün derdixist."

Di axaftina xwe da Korkmuş destnişan kir ku Merdin devereke germ e ü ji ber ve taybetiya xwe ji mimkun e sale du caran lewante be rakirin ü dema lewante şin bibin ji we zevi geleki xweş xuya bikin.

Korkmuş ragihand ku baxçeyen lewanteyan we ji bo bü ü zava ü wenekeşan bibe navenda wene kişandine.

Seroka Koperatife Canan Çokdogane ji diyar kir, bi projeye ra jin ketin nava jiyana civaki ü abori ü ew dixwazin li Merdine istixdama jinan zede bikin.

Çogdogane wiha xeberda, "Li heremen dezavantaj me istixdama jinen dezavantaj pek ani. Bi taybeti ji me li navçeyen me yen ku koçberi le çedibe, lewante çand. Jinen me we hem debara xwe bikin hem ji piştgiriye bidin aboriya welet."

Ji jinan Gulistan Dagliye diyar kir, ew kefxweş in ku li zeviye hilberine dikin ü wiha axivi: "Bi vi hawi xebitandina axen me pir baş e. Ji devla ku meriven me weki karkeren demsali herin bajaren cuda, li ser axa xwe hilberine dikin ü kefxweş dibin. Em dixwazin ku behna lewanteye ji her dere were." -



 
Latest News





 
 
Top News