Li Gevera navçeya Hekariye leglegen ku 2 sal beriya ve li ser kuleka mizgefte ji xwe helin çekiribün ji hela gundiyan va ten xwedikirin.
Saze Nehile ye ku di nav sinore navçeya Gevere da li ser reya koça leglegan e.
Leglegen dixwazin koçi heremen germ bikin her sal ten ve dere demeke behn vedidin ü piştra ji rewitiya xwe didominin.
Le 2 legleg 2 sal beriya ve pişti hatin Gevere neçün ü li ser kuleka mizgefte ji xwe re helin çekirin.
Ev qasi 2 salan e gundi leglegan xwedi dikin ü ji wan re hin caran masiyan ü hin caran ji xwarinen din tinin ü didin wan.
Ji gundiyan Yusuf Ali Cankurtaram got ku leglegan ew xwedi dikin ü wiha axivi:
"Ji gunde me her roj kesek xwarina wan tine ü dide wan. Em carna ji ji bo wan diçin ji çem masiyan digirin. Hin gundi ji derüdore helina wan paqij dikin. Em dixwazin bibin mal le we çaxe ji me ditirsin. Ji ber ve em wan zede aciz nakin. İnşellah em hez dikin havine bigihejin hevalen xwe ü ji vir biçin."
Beytare Şaredariya Gevere Hekim Kaçan ji got ew ji nizanin legleg ka çima li vir mane ü wiha axivi:
"Gelo reya xwe şaş kirin yan pirsgirekeke din heye, bi rasti em ji nizanin. Di kontrola me tu nexweşeya heywanan tuneye. Niha gundi xwedi dikin." -
|