Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 18/04/2024 20:49 
News  > 

Kovîd-19ê Xeyala Amerîkayê da bayê

08.04.2020 16:41

Bandorên xirab ên şewbê li hin welatan girantir xwe nîşan didin.

Bandoren werankar en cureya nü ya virusa koronaye (Kovid-19) ku hemü dinya da ber xwe, li hin welatan xwe girantir da der. Dewleten Yekbüyi yen Amerikaye ku yek ji van welatan e, ji niha da bi awayeki xedar bi encamen neyini yen ve şewbe yen di ware civaki ü abori da rübirü ma. Xemsariya sere ewil, kemasiya testan ü nebüna tekoşineke kordinekiri ya li ser asta welet bün sedem ku waqieyen Kovid-19e belayi seransere Amerikaye bibin. Hejmara waqieyan ji 400 hezari derbas kir ü hejmara miriyan ji neziki 13 hezari büye. Li hin eyaletan di biterkirina alaven tibi yen heri sereke da ji keşeyan xwe nişan dan. Bi tene di nava du hefteyen dawin da ji 10 milyoni zedetir Amerikayi ji bo pereye bekariye seriledan kir.

Weki ku te zanin, Serok Donald Trump di femkirina çarçoveya tehdida şewba Kovid-19e da zehf bi derengi ket. Di qonaxa ewil a şewbe da idia kir ku cureya nü ya virusa koronaye "amüreke xapandine" ye ku ji hela Demokratan te emilandin da ku zirare bidin wi ü reveberiya wi. Gava ku bi bihurina deme ra hat femkirin be ka şewb çend xeternak e, Trump mina ku bixwaze xemsariya xwe ya sere ewil bide jibirkirin, icar rabü ü dest bi emilandina zimaneki pir tüj ü tund kir. Heta tekoşina ku li diji viruse te dayin şiband şereki ü xwe ji weki serokeki serdema şer tewsif kir. Her çiqas di tekoşina diji şewbe da dest bi avetina gaven biheztir kir ji lebele li gori hinek kesan ew geleki bi derengi ket. İmaja "welate heri bihez ü dewlemend ye dinyaye" ya ku di temame kariyera xwe da xwest ji bo Amerikaye ava bike, derbeyeke mezin xwar.

Niha edi ne pekan e ku mirov ji bo Amerikaye behsa senaryoyeke baş bike. İhtimalen xirab ü xirabtir li ber deri ne. Pisporen tibe yen Qesra Spi wisa texmin dikin ku emre mayina li male ye berfireh were cibicikirin ji dibe ku di pandemiye da ji 100 hezari heya 240 hezari Amerikayi jiyana xwe ji dest bidin. Trumpe ku got "gelek kes de bimirin", di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da tabloyeke zehf reşbin raxist ber çavan ü her wiha hişyari da gele Amerikaye: "Em ber bi zemaneki pir erjeng va diçin. İhtimal e ku me qet beri niha bi vi rengi reqamen mirine neditibün. Belki ji meriv dikare van reqaman bi Şere Cihane ye Yekemin an ji Duyemin ra qiyas bike." Di Şere Cihane ye Yekemin da 320 hezar ü di Şere Cihane ye Duyemin da milyonek ü 76 hezar welatiyen Amerikaye hatibün kuştin. Dema ku meriv li van reqaman dinihere, erjengiya ve daxuyaniye baştir te femkirin.

Pergala tenduristiye tek diçe



Tam mehek pişti tweeta Donald Trump ku gotibü Amerikaye şewba virusa koronaye "epece hilda bine kontrole" şünda, Rexistina Tenduristiye ya Dinyaye (DSO) diyar kir ku Amerika we bibe navenda şewbe. Ji ber ku demeke direj e di pergala tenduristiye ya Amerikaye da pirsgirek hebün, amadehiya pergale ji bo ve şewbe tunebü. Pişti ku şewbe dest pe kir ü demeke kin ji ser ra derbas bü ü şünda, li nexweşxaneyen Amerikaye kemasiya alaven tibi rü da. Doxtor ü hemşireyan di ve mijare da liser internete alikari xwest ü peyam weşandin. Ji hilberineren tekstilan hat xwestin ku ji bo xebatkaren nexweşxaneyan maskeyan çekin. Rewş ew qas xerab bü ku pisporeki anesteziye torbeyeki plastik kir sere xwe ü wisa midaxeleyi nexweşan kir. Paşe dimenen xebatkaren gelek nexweşxaneyan hatin weşandin ku poşeten çope wek mezer li xwe dikirin.



Ji aliye cihazen giring en wek cihaze behne da ji pirsgireken mezin rü dan. Revebiriya navendi peka sparişen ku ji eyaletan hat xwestin neani. Weke minak ji New Yorka ku navenda şewbe ye ra 400 cihazen behne hatin şandin. Le Waliye New Yorke Andrew Cuomo got ku ev qas cihaz tere nakin ü ev tene xwexapandin e ü idia kir ku pediviya eyalete bi 30 hezar cihazen behne heye.



Her eyalet pirsgireken xwe bi xwe çareser dikin ü ev ji nişan dide ku pergala tenduristiye ya Amerikaye çi qasi xirab büye. Bi awayeki kordine revebirina tekoşina şewbe li dereke, eyalet ü heta bajar ji bo alaven tibi yen giring ü cihazen behne hema beje ketine şere ihaleyan. ve rewşe pirsa "Gelo meriv dikare ji bo Amerikaye behsa pergaleke tenduristiye ya neteweyi bike?" tine bira merivan.



Digel van hemü yekan, dive meriv ve yeke ji beje ku tu sigorteya tenduristiye ya nezi 30 milyon Amerikayiyan tuneye. Dema ku meriv li ser rewşa aboriye ü bekariya ku zede dibe, difikire, diyar e ku ev jimar we zedetir bibe.

Ji bili ve sigorteya gelek welatiyen Amerikaye zede berfireh nine. Him kesen di ve rewşe da ne ü him ji yen ji ber viruse tedawi dibin ixtimaleke mezin we bi fatureyen gelek biha va rübirü biminin. Li Floridaye ji bo nexweşeke besigorte ji ber tedawiya Kovid-19ye 35 hezar dolar fature hatibü nivisandin. Dema ev tişt be ditin rewşa xirab derdikeve hole. Ji bo nexweşen besigorte 73 hezar dolar, ji bo kesen xwedi sigorteyen tenduristiye yen taybet in ji 38 hezar dolar fature dibe ku ben birin. Ev raporen ku van rejeyan nişan didin çave mirovan ditirsinin.



Zirareke mezin gihişt aboriye



Li Amerikaye di 113 mehen dawin da hejmara kesen ku kare wan hene her tim zede dibü. Di meha Adare da kare ji 700 hezari zedetir kesi ji desten wan çü. Rejeya bekariye ya ku heta ji sedi 3,5an daketibü ji nişkeva zede bü ü qasi ku te texminkirin ewe derkeve asta ji sedi 32,1e.



Li gor texmina Komeleya Restoranan a Neteweyi di qada restorantan da qasi 5 an ji 7 milyon kes we be kar biminin. Di nav se mehen peş me ji di ve qade da 225 milyar dolar zirar we çebibe.



Virus we bibe sedema resesyoneke kurewi



Hilberina Amerikaye ji ber ve rewşa aboriye teng dibe. Li gor lekolineke nü ya Yekitiya Hilberineren Neteweyi ji sedi 80ye şirketan ji ber virusa koronaye we derbeyeke bixwin. Her çiqas Serok Trump bibeje xebaten aboriye bila ber bi rewşa normal va biqülibe ji li gor gelek pisporan di demeke nez da ev ne mumkin e. Ji ber ku he naye zanin ka virus we kinge ji hole rabe, rewş dibe ku he ji xirabtir bibe. Te texminkirin ku virus we bibe sedema resesyoneke kurewi.



Li gor hinekan resesyone ji zü va ye dest pe kiriye. Qada restorantan gihişt asta rawestandine. Seferen balafiran, çekirina wesayitan, otel, salonen spore, xeten rewitiye ya keştiyan ji disa di heman rewşe da ne.



Li borseyan hin caran kirin ü firotin te sekinandin, kesen bi borseye ra eleqedar dibin ji ber zedebün ü daketine pere zede didin der. Bihaye petrol ket as heri jerin. Li seransere welet her ku diçe zede merivan ji kar derdixin. Gel edi ji bere kemtir hilberine dike, kem xerc dike ü kem dixwe. Amerika ji tev gelek abori ber bi bobelateke diçin.

Siyaseta Amerikaye ji di bandore da ma

Beşik ü beguman tesira Kovid-19e heri zede li ser Trumpe Serok çedibe. Bi gaven bixwebawer ber bi hilbijartina mijdara 2020i diçü di ve pevajoye da asteng derkete peşiye ü hewl dide. Hewla ku hetani nika ji bo tekoşina diji viruse da zede rind nebü. Peşiye nexweşi piçük dit ji ber ve geleki hat rexnekirin ü projeksiyonen ji bo xisar were ditin raye didin ku kare wi geleki zehmet e. Ne ku ji bo tekoşina diji virusa koronaye ya kurewi ü midaxeleye peşikeşiye bike, her wiha ji bo tekoşina nav welet ji şike çedike.

Pevajoya hilbijartina seroktiye bi rikdari ü sücdarkirine dewam dike ü ew ji di bin tesira nexweşiye da ma. Peşiye peşhilbijartinen li eyaleten Ohaio ü Wisconsine yen Pariya Demokrat hatin betalkirin. Paşe ji Komxebata Neteweyi ya Demokratik ya ku pe namzeden serokti ü alikariya seroktiye ya partiya Dmeokrat paşda avetin tebaxe. Ligel ve Joe Bidene bernamzede heri hezdar e Demokratan ü Donald Trumpe Seroke Amerikaye navber dan şere di navbera xwe da ü li ser nexweşiya Kovid-19e fikr ü ramanen xwe parve kirin. Bi vi awayi tekoşina diji viruse parti neze hevdu kirin.

Lebele Amerika ji bo ji Kovid-19a weki derdeki mezin di ser da ket xilas bibe dibe ji ve zedetir bixebite. Di ve aste da ya giring ew e ku sistema tenduristiye, siyaset ü aboriya Amerikaye meseleyen xwe yen kronik çareser bikin, ev zehf giring e. Ji bo ku bibinin hela "Xeyala Amerikaye" ya halehazir zirareke mezin ditiye gelo ew e bi dawi be yan nebe ji dem lazim dike.

[Dr. Oguzhan Yanarişike xebaten xwe yen doktoraye li beşa Xebaten Navneteweyi ü Siyasete ya Zaningeha Warwicke ya İngiltereye temam kiribün li Enstituya Zanisten Ewlekariye ya Akademiya Polesan hindekariye dike] -



 
Latest News





 
 
Top News