Cem Sertesene çekire belgefilman idia kir ku berateyen keştiya Nüh Nebi li Bazida navçeya Agiriye ne ü wiha got: "Bi hefteyan em xebitin. Me di dimenen radare yen ku di bine erde hatibün kişandin de gewdeye keştiye dit ü ev edi hat ispatkirin."
Sertesen ü Erkan Kosedage Arikare Midüre Çand ü Turizme di çarçoveya Hefteya Turizme ya 42emin de beşdari konferansa "Keştiya Nüh Nebi" bün.
Sertesen ü Kosedag li konfense ji xwendekaran re behsa delilen keştiya Nüh Nebi ya ku di nav sinore gunde Telçekere de dimine kir. Sertesen pişti konferanse daxuyaniyek da nüçegihane AAye ü idia kir ku berateyen keştiya Nüh Nebi li Bazide ne ü wiha got:
"Ne tene em, li çar aliyen dinyaye meriv bi ve mijare re eleqar dibin. Ev efsane di diroka mirovahiye de ciyeki giring digire. Xelke Ewropaye ji, yen Asyayi ji yen Amerikayi ji hemü qebül dikin ku ev keşti li rojhilate Tirkiyeye ye. Ev ci ji Bazida navçeya Agiriye ye."
Sertesen got ku ew li ser ve mijare ev 23 sal e dixebite ü belgefilma we kişandiye ü wiha axivi:
"Min di sala 1995an de berateyen keştiye ditibün ü min we hinge biryar da ku ez e filma we bikşinim. Di seri de İlhan Durupinar Keştiya Nüh Nebi kifş kir. Weneyen keştiye cara ewil ji Ara Guler kişandin ü li ser ji lekolina zanisti ya ewil di sala 1985an de Doç. Dr. Salih Bayraktutan kir. Bi hefteyan em xebitin. Me di dimenen radare yen ku di bine erde hatibün kişandin de gewdeye keştiye dit ü ev edi hat ispatkirin. Rapora der bare mijare de we çaxe me ji Serokwezirtiye re ji şand. Di finala rapore de hevokeke ku bi İngilizi hatibü nivisandin hebü ü di we hevoke de wiha digot: 'Bele, ev nişaneyen keştiyeyeke ne. Me gewdeya we dit ü dive bilez li hereme xebaten arkeolojik bidin destpekirin.'"
Kosedag ji got ku armanca konferanse ya sereke ew e ku behsa reça Keştiya Nüh Nebi be kirin ü wiha dewam kir: Di deste me siruşteka xweşik ü nirxen diroki hene. Dive em hemü van nirxan bikin yek ü bona nasandina welate xwe bi kar binin ü ji bo turizme feraseteke ava bikin."
Erkan Kosedag ü Cem Sertesen pişti konferanse pirtüxa xwe ya bi nave "Keşfa Sedsale Keştiya Nüh Nebi" li xwendekaran belav kirin. -
|