Koçeren li quntara Çiyaye Torose ya Mersine dijin ü bi salane bi tupen luks ü lembeya destan va konen xwe roni dikin, bi saya panelen tave ji tariye xilas bün.
Çiyaye Torose ya ku li neziki navçeyen Erdemli, Silifke, Mut ü Gulnare ye cih ü meskene yürikan e. Koçeren li quntara Torose dijin ji bo ku heywanen xwe biçerinin carna bi hefte hefte ü carna ji meh bi meh cihen xwe diguherinin.
Koçer di konen xwe da tupen luks ü lembeya destan vedixin ku kone wan roni bibe.
Şaredare Mersine Burhanettin Kocamaz xebatek da destpekirin ü bi saya ve xebate panelen tave koçeran hatin belavkirin.
Pişti panelan jiyana koçeran hesan bü, lewra him kone wan ji tariye xilas bü ü him ji alaven bi ceyrane dixebitin edi di konan de ten bikaranin.
Koçer edi di konan de dikarin televizyone temaşe bikin, makineya dew dikele, makineya hevir distre bi kar binin.
Esat Belene yek ji nünere koçeran e got ew bi salan e li Torose koçer in ü heta niha wan nikaribü di konan de ceyran bixebitanda.
Belen wiha axivi: "Em niha bi panelen tave va konen xwe roni dikin. Televizyone temaşe dikin, Dile me çiqasi bixwaze em lembeye vedixin. Em sarinceke biçük, makineya dew dikele ü makineya hevir distre bi kar tinin. Bere radyo tu dere nedikişand. Me telefon li ser motoran şarj dikir. Panelen tave jiyana me hesan kir. Em diçin ku em van panelan ava dikin."
Ali Oren ü Ahmet Çolak ji behsa jiyana zehmet a koçeran kirin ü gotin bi saya van panelan jiyana wan hesan büye. -
|