Konseya Ewlehiye ya Neteweyen Yekbüyi (KENY) li Süriyeye meheki biryara "agirbesta mirovi" da.
Peşnümaya biryare ya ku ji aliye Swed ü Quweyta seroke heyama meha sibate ya KENYe ve hat amadekirin li Konseye ji bo dengdayine hat peşkeşkirin.
Peşnüma li Konseya Ewlehiye ya NYye bi yekdengi hat qebülkirin ü biryar hat dayin ji bo ku arikariyen mirovahiye bigihinin Süriyeye ü bi taybeti li Xütaya Rojhilat a ku bin dagirkeriya rejime de ye nexweşen giran ü birindar ben tehliyekirin heri kem meheki agirbesta mirovi çebe.
Di biryare de ji hemü aliyan hat xwestin ku li tevahiya Süriyeye ji bo ku arikariyen mirovi bi awayeki "ewledar, beasteng ü berdewam" ben gihandin ü "nexweşen giran ü birindar" ben texliyekirin hemü ali "demildest" heri kem 30 roji pevçünan bidin rawestandin.
Di biryare de her wiha hat xwestin ku Xütaya Rojhilate ji di nav de bila eblüqeya Yarmük, Füa ü Kefrayaye ji be rakirin. -
|