Xebaten kolane yen arkeolojik en li Gire Kortika ser Bismila navçeya Diyarbekire jiyana Kemal Sirlane (29) li hereme dimine guhert.
Xebaten arkeolojik di sala 2000i de di çarçoveya Projeya Xilaskirina Berhemen Çandi yen we di bin Bendava Ilisüye de biminin de li herema Gire Kortika ser Bismile dest pe kirin. Di çarçoveya projeye de gelek berhemen diroki yen bin erde ü rüye erde derketin hole.
Sirlane li gunde Yukari Sazlika kilometreyek düri Gire Kortike ye sala ku xebatan dest pe kirin lise xilas kiribü ü ji bo alikariya abori bide malbata xwe li vir dest bi xebate kir. Sirlan li vir axa ku dihat derxistin ji ciye kolane derdixist.
Sirlan li vir arkeolog ditin ü ew ji xwe re weki minak girtin. Salek şünde ket ezmüne ü Beşa Arkeolojiye ya Fakulteya Fen-Edebiyate ya Zaningeha Dicleye qezenc kir. Sirlane ku dest bi xwendina beşa arkeolojiye kir havine disa di kare bere kiribü de xebiti. Sirlane ku 4 sal bi şünde zaningeh kuta kir li Zaningeha Batmane di Beşa Arkeolojiye de dest bi mastere kir.
Sirlan sala par di ezmüna KPSSye de di nav 10 hezar kesi de bü 16emin. Sirlan niha li ciye ku he hevalen wi weki karker dixebitin niha arkeolog e.
Arkeolog Kemal Sirlan ji nüçegihane AAye re wiha axivi: "Min nizanibü kolanen arkeolojik çi ne. Armanca min qezenckirina pere bü. Sere ewil min tene li vir axa kolane bari erebeyen destan dikir ü ji ciye kolane dibir."
Sirlan wiha dewam kir:
"Bi saya kolandinan min ji vi kari pir hez kir. Wexte berhemen diroki derdixistin pir kefxweş dibün. Ji ber ve yeke ez çüm min ev beş xwend. Salen xwendekariye ji ez dihatim tevli xebatan dibüm." -
|