Li Süriyeye mixalifen li Tirkmendaxe weki bersiva erişen rejima Beşar Esed yen li başüre vi welati li parezgeha Deraye, operasyona serdagirtine li dar xist. Hezen muxalif yen ku operasyon li dar xist, keliya pevçüne qeyd kirin.
Hat ragihandin di operasyona mixalifan a diji yekineyen rejima Esed yen li Tirkmendaxa li bakure parezgeha Lazqiyeye da gelek eskeren rejime hatin kuştin.
Keliyen pevçünen di operasyone da di kamerayen hezen muxalif da ji reng vedan.
Ebü Ubeyde ku berdevke gruba mixalif Cebel İslame ye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnere AAye da wiha got, "Weki bersiva operasyona ku rejima Beşar Esed ü hezen İrane li diji parezgeha Deraye dan destpekirin, me ji li Tirkmendaxe operasyona serdagirtina bajaroke Seraf ü dewrübera we da destpekirin. Di ve operasyone da 15 eskeren rejime hatin kuştin, 5 je ji birindar bün."
Ebü Ubeyde wiha dewam kir, "Mixalifan bi ser yekineyen li gunden Kapikaya, Seraf ü Kulcuk ku li Tirkmendaxe di kontrola rejime da ne, girtin ü gelek alaven eskeri bi dest xistin ü herwiha pişti ku kon ji nave birin, vegeriyan."
Tirkmendaxa li bakure parezgeha Lazqiyeye, di 2016an da rasti erişen benavber en rejim ü aligiren we hatibü.
Rejima Esed ku bi piştgiriya asimani ya Üris va li çoltera Lazqiyeye peşda çübü, di dawiya 2016an da ji sedi 80yi hereme bi dest xistibü.
Mixalifen li Tirkmendaxe li 6 gund ü çend çewligen ku di deste wan da mane, li diji rejime li ber xwe didin.
Rejima Esed ü hezen İrane yen piştevane we, duh evare li Deraye erişi mixalifan kiribün, 8 sivil hatibün kuştin. -
|