Muslum Akane 22 sali ye ku ji Şanliurfaye wek karkereki demsali diçe bajaren din bixebite, kewen xwe ji bi xwe ra dibe.
Akane zewiciye ü xwediye du zarokan e diçe bajaren din en Tirkiyeye ü di zeviyen findiq, pembü, balicane sor, xeyar ü titüne da wek karker dixebite.
Muslum Akan dema diçe karkeriye kewen xwe yen ku pir je hez dike ji ji xwe ra dibe.
Akan niha li Soguta navçeya Bilecike di serayen sebzeyan da dixebite ü wi 45 cure kewen xwe yen ku 2 sal e wek zaroken xwe xwedi dike ji bi xwe ra aniye.
"Dema ez diçim, ez kewen xwe ji bi xwe ra dibim"
Akan got ew ji bo debara mala xwe bike hatiye Bilecike ü wiha axivi: "Havine li ku kar hebe em diçin li we dere ü kone xwe vedigirin. Dema ez diçim, ez kewen xwe ji bi xwe ra dibim. 2 sal e ez herim li ku ez wan ji wek dergüşeki bi xwe ra dibim. Kew min şa dikin, dema ku ez wexte xwe bi wan ra derbas bikim ez hemü tengasiyen xwe ji bir dikim."
Muslum Akan got bi peşniyaza hevalen xwe wi dest bi xwedikirina kewan kiriye ü wiha dewam kir: "Beriya ku ez herim zeviye ez em didim wan ü pişti ku ez ji zeviye dizivirim ez disa em didim wan. Xwedikirina wan ji bo min ne zehmet e. Dema ez wan xwedi dikim ez rehet dibim, stresa min diçe, westa min namine. Ez demen xwe yen vala bi wan ra derbas dikim. Dema ew li esman difirin temaşekirina wan, denge wan ü basken wan kefxweşiye dide min. Difirin ü paşe dizivirin ten." -
|