Kalike 83 sali Ziya Abaye ji Tunceliye ku bo xatire xanima xwe ya 25 sal bere wefat kir girava di nav Gola Bendava Kebane da bü bi daren fekiyan şen kir.
Abaye ku li gunde Çakirbahçeya ser navçeya Perteke ye hatibü dinye li Elezize bi salan li cem ape xwe bazirgani kir ü paşe bi malbati koçi Eskişehire kir.
Aba li Eskişehire dikana antikaye vekir, debara xwe bi dahata ji we dere qezenc dikir va kir, zaroken xwe da xwendin ü di sala 1995an da pişti ku xanima wi di qezaya trafike da can da vegeriya bajare xwe Tunceliye.
Abay bi kode dema li ser Gola Bendava Kebane digeriya rasti girave hat ü li we dere ji xwe ra bi ci bü ü ji bo xer ü xatire xanima xwe daren fekiya li girave dani ü her ku çü jimara daren diçikand zede bü ü gihişt 4 hezari.
Ji ber ku Abay ji şenahiye hez dikir kedek mezin da ü li girave daren xox, hinar, mişmiş, arüng, güz ü gilyazan dani ü wan av da.
Ew hin caran wexte xwe di holikeke li ser girave ava kiriye da bi tena sere xwe derbas dike ü şeniyen hereme ji wi dişibinin lehenge romana Robinson Crusoe.
Ji ber ve taybetiya wi şeniyen hereme je ra dibejin" Robinson Ziya" ü wi wisa didin naskirin.
Ew sere sibehan zü ji mala xwe ya ku li navenda navçeye ye derdikeve, li koda xwe siwar dibe, kilaman dibeje ü ber bi girave va diçe.
Li ser ava heşin rewitiyeke tera dile xwe dike
Abaye ku ji mala xwe heta ber perava gole bi qasi 3 kilometre dimeşe li ve dere li koda xwe siwar dibe ü ji ser ava heşin va bere xwe dide ali daren xwe yen li ser girave çikandiye ü dest b rewitiye dike.
Ji ser gole pişti rewitiya bi qasi 10-15 deqiqe dewam dike digihije girave li we dere di holika xwe da piçek behn dide ü li bedengiya guhdar dike.
Ew digel emre xwe ji xebate gelek hez dike ü nahele daren li girava 82 donimi daniye hişk bibin, ew bi elbik ü bi rebaza avdane va daren çikandiye av dide.
Ji ber xweşiya li ser girave çebüye ji hundir ü derveye welet milet ji ten serdana Abay ü pe ra sohbet dikin.
"Dema ez tem girave kefxweş dibim ü bi ser xwe da tem"
Ziya Abay daxuyani da nüçegihana AAye ü got ku ew li gunde Çakirbahçeya ser Perteka navçeya Tunceliye ye hatiye dinye, di 8 saliya xwe da çüye Elezize cem apane xwe.
Abay diyar kir ku xanima wi di sala 1995an da di qezaya trafike da can da ü ji we roje pe va vegeri ü wiha domand: "Li girave gelek cure dar hene. Li ve dere daren xox, hinar, mişmiş, arüng, güz, gilyaz, hejir, wişn ü kiwi hene. Heke li ve dere malek hebüya ez qet nediçüm mala xwe ya li navenda navçeya Perteke ye lewra dema ez ji ve dere diçim ciz dibim. Dema ez tem girave ji behna min derdikeve. Ez li ve dere dixebitim ü her dibinim büye evar. Min firingi ü xiyar danne ez wan av didim, dendüreşiken min hene wan av didim li ve dere ji xwe ra kar dibinim ü pe mijül dibim." -
|