Li Müşe Zeki Aykut ü malbata wi ji bo xwedikirina heywanen xwe ku di kone naylon de dijin.
Heywandaren li Müşe dijin ji ber şert ü mercen zivistane di xwedikirina pezen xwe da zehmetiye dikşinin.
Ji heywandaren ku zehmetiye dikşine yek ji Zeki Aykute 49 sali ye. Aykut ji navende 35 kilometre dür li gunde Agilliye diji ü bave 4 zarokan e.
Aykut daxuyani da ü got ku ev kar ji bav ü kalen wan ji wan re maye ü wiha axivi:
"Bi qasi 100 peze me hene. Giya ü kaya me tuneye. Em ji bo ka ü giya diçine navçeya Kope, Milazgire ü navenda Müşe ü ji wan deran dikirin. Me li qada gund ji xwe ü ji heywananen xwe re konen naylon vedan. Em zivistane 6 mehan li gund ü 6 mehan ji diçin zozanan diminin. Ji ber vi kari em mecbur 12 mehan li konan dijin."
Jina male Huri Aykute ji got ku ew sere sibe radibe ü sobe hildike ü piştra ji tişte amade dike. Aykuta jin destnişan kir ew alikariye dide mere xwe ü wiha dewam kir:
"Ez roje 3 caran kaye ji heywanan re dibim. Jiyana konan de geleki zehmet e le em mecbur in te da bijin. Çimki kare me heywandari ye. Ji aliye din va hin caran ji em mevanan xwedi dikin. Tu wexte me ye vala tuneye. Em hin caran ji di televizyone da nüçeyan temaşe dikin." -
|