Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 18:46 
News  > 

Jinên Agiriyê seba zivistanê bi zibare rişteyê dibirin

14.10.2021 13:11

Li Agiriye jin seba zivistane bi zibare rişteye dibirin.

Li gunde Tokluya Jere ya navçeya Taşliçaye (Avkevir), jinan bi hatina payiz ra bi zibare dest bi birina rişteye kir.

Jin li ser zeviyen keleka çem ü di nav baxçeyen fireh da dicivin, bi hevire ku rojek peş da distiren ü seba hilhatine datinin va rişteye dibirin.

Jinen hereme hevir li makineya rişteyan dixin ü paşe rişteye li ser şiritan radixin da ku ziwa bibin.

Rişte pişti ku li ber tave ziwa dibe, ser sela ku didin ser agire ezingan ten qelandin. Ji bo ku neşewitin ji timi ten tevdan, paşe ten paketkirin ü seba zivistane ten hildan.

Ji jinan Sebile Demirciya 58 sali ji nüçegihane AAye ra got ku ew çekirina rişteye ji diya xwe ü mezinen xwe fer bün.

Demirciye diyar kir ku rişte heri zede zivistane te xwarin ü pir je te hezkirin ü wiha dewam kir:

"Dayiken me çawa rişte çekirine, em ji minani wan çedikin. Em ar eleg dikin ü paşe hevir dikin. Em nezi 60 hekan di nav hevir da dişikenin. Pişti ku em hevire xwe distiren, hevir rojeke disekine. İro ji hewa pir xweş e, me ji bi cinaren xwe ra dest bi çekirina rişteye kir. Em hevire hilhati dixin girik, paşe davejin makineye ü li ser şiritan radixin da ku ziwa bibe. Rişte di saeteke da ziwa dibe. Paşe em li ser agir diqelinin ü dibin male ü dipejin. Heke hewa xweş bibe, em her sal van deman dest bi çekirina rişteye dikin. Em qismeki rişteye ji zaroken xwe ra dişinin Stenbol, İzmir ü Enqereye."

Ji jinan Çiçek Demirciya 61 sali ji got ku wan bere bi kere rişteye dibirin, van salen dawin makine derketine ü ew bi makineyan dibirin. -



 
Latest News





 
 
Top News