Li Stenbole 19 jinan Merdina ku xeyal dikirin li ser tuvale çekirin ü ji berhemen wan li Galeriya Hunere ya Muzeya Merdine peşangeh hat vekirin.
Ressam Fatma Neriman Şairoglu ü hevalen we yen atolyeye resma dewlemendiya diroki ü çandi ya Merdina ku heta niha neditine çekirin. Peşangeha ku ji 38 berheman pek te hat vekirin.
Midüre Çand ü Turizme ye Bajer Alaaddin Aydin axivi ü got ku Merdin bi mimari, diroki ü çanda xwe va bajareki hunere ye.
Aydin diyar kir, di vi bajare hunere da bi kordineya ressam Şairogluya ku li Stenbole diji va 19 jinan peşangeh vekir ü wiha axivi:
"Hunermenden me beyi ku Merdine bibinin, resme Merdine xez kirine, ji Merdine hez kirine. Xebaten him realist him ye surrealist hene. Merdin xeyal kirine ü wisa xez kirine. Hunermenden me dibejin ku Merdin ji Merdina ku me xeyal dikir ji xweştir e. ve yeke em pir kefxweş kirin."
Ressam Şairoglu ji wiha axivi: "Me xeyalen xwe ji danin ser xweşikiya Merdine. Me di rengen xwe ü nigaren xwe da helbesta hezkirina xwe nivisi. Me ji Stenbole ji Merdiniyan ra wek çiçek berhemen xwe anin ü em peşkeş dikin."
Midüre Muzeya Merdine Nihat Erdogan ji peşangeh ziyaret kir ü we heta 30 nisane were ziyaretkirin. -
|