Wezire Karen Derva ye İrane Mihemed Cewad Zerif, daxuyaniya piştgiriye ya meqamen Amerikaye ya ji bo gele İrane, weki "dereweke kiret" tewsif kir.
Zerif di daxuyaniya xwe ya li ser malpera Wezareta Karen Derva ya İrane da daxuyaniyen meqamen Amerikaye ü welaten YEye yen li ser xwepeşandanen li welet, rexne kirin.
Zerif, Amerika bi we yeke tawanbar kir ku li diji gele İrane "terorizma aboriye" disepine ü nahele derman ü xida bigihije nexweş ü salxurdeyan. Zerif herwiha bal kişand ku lewma ji rejimeke wiha nikare bi we idiaye rabe ku qaşo ew e gele İrane bipareze.
Zerif bertek nişani welaten YEye kir ku bangi İrane dikin ü dibejin "reze nişani mafen xwepeşandane yen neraziyan bidin" ü wiha got, "İtirazen ku di çarçoveya qanünan da ten kirin, mafek e ku Destüra İrane bi awayeki fermi daye gel. Ji ber ve çende ji pewisti bi bibirxistin ü piştgiriya durü ya rejimen ku dixwazin xwesteken xwe yen nemeşrü ü dereqanüni li ser İrane ferz bikin, tuneye." -
|