Wezire Parastine ye Amerikaye Jim Mattis diyar kir ku eskeren Tirkiyeye ü Amerikaye mimkune di nav 3 rojan da dest bi perwerdehiyen ji bo dewriyeyen bi şirikati hewce dike, bikin.
Gera Mattise ku ber bi welaten Amerikaya Latin va daye destpekirin dewam dike ü wi di balafire da ji rojnamegeren pe ra digerin rojeve nirxand ü qala mijara Minbice ji kir.
Ji Mattis hat pirsin ku li der dora Minbice hezen Tirkiyeye ü yen Amerikaye ji hev cihe derdikevin dewriyeye le gelo we kinge bi hev ra derkevin dewriyeye?
Li ser ve pirse Mattis got: "Dikarim bibejim di nav 72 saetan da. Belki ji zütir be, di demeke pir nez da."
Mattis got ku ji bo perwerdehiya qal te kirin ji personel ü ekiben hewce dikin niha li Tirkiyeye ne le der bare hürgiliyan da zede agahi parve nekir.
Wezire Parastine ye Amerikaye pirsa ku we dewriyeyen bi şirikati çi çaxe dest pe bike be bersiv hişt. -
|