Wezire Hawirdor ü Bajarvaniye Murat Kurum diyar kir ku qonaxa ewil a xaniyen ku pişti erdheja Elezize hatin çekirin, di maweya 8 mehan da hatin temamkirin ü wiha got, "Xaniyen temamkiri em teslimi welatiyen me yen xwedi heq dikin."
Kurum di parvekirina ji ser hesabe xwe ye Twittere da destnişan kir ku pişti erdheja ku 24e rebendane li Elezize çebü, ew hewil didin ku di kurtedemeke da pevajoya çekirina xaniyan temam bikin ü xaniyan teslimi welatiyan bikin.
Kurum ragihand ku qonaxa ewil a çekirina xaniyan di 8 mehan da temam bü ü wiha dewam kir:
"Xaniyen temamkiri em teslimi welatiyen me yen xwedi heq dikin. Bi xer be. Em hemü derfeten dewlete seferber dikin, da ku birinen birayen me yen Elezizi bipeçin. Em bi xiret dixebitin da ku beri zivistan were, xaniyen welatiyen me teslim bikin. Em e heya dawiya sale 8 hezari, di nava saleke da ji 10 hezar xaniyen mayin teslimi welatiyen xwe bikin."
Wezir Kurum gotina xwe wiha bir seri, "Ez hevi dikim ku birayen me yen Elezizi di xaniyen xwe yen nü da aram ü bextewar rünen." -
|