Ji Wezîr Akar daxuyaniya der barê keştiyên dexl barkirî yên li bendergehên Ukraynayê disekinin

05.08.2022 00:27

"Di encama kordînasyon û xebata giran a li Navenda Kordînasyonê ya Mişterek a li Stenbolê tê payîn ku sibê ji bendergehên Ukraynayê 3 keştiyên li bendergehên Ukraynayê disekinin di çarçoveya sewqiyata dexl da derkevin rê" "Digel vê tê payîn ku keştiyekî vala jî li Stenbolê bê kontrolkirin û ber...

Hulusi Akare Wezire Parastina Neteweyi eşkere kir te payin ku ji keştiyen li bendergehen Ukraynaye disekinin ü dexl ü xurek barkiri ne se je sibe derkevin re.

Akar bi Oleksiy Reznikove Wezire Parastine ye Ukraynaye ü Oleksandr Kubrakove Wezire Binesaziye ye Ukraynaye ra axaftinen cuda kir.

Akar li ser pirsa nüçegihane AAye ya der bare hevditinan ü sewqiyata dexle da got ku bi himayeya Serokomar Recep Tayyip Erdogan di 22yi tirmehe da li Stenbole di navbera Tirkiye, Rüsya, Ukrayna ü Neteweyen Yekbüyi (NY) da "Belgeya Teşebüsa Ji Bendergehen Ukraynaye Bi Awayeki Ewledar Sewqiyata Dexl ü Madeyen Xureke" hat imzekirin.

Akar got ku di çarçoveya belgeya navbori da li Stenbole Navenda Kordinasyone ya Mişterek hat avakirin ü ji bo ku pergal be pirsgirek bixebite bi rayedaren Federasyona Rüsyaye, Ukraya ü NYye ra dixebitin. Akar got ku "Di encama kordinasyon ü xebata giran a li Navenda Kordinasyone ya Mişterek a li Stenbole te payin ku sibe ji bendergehen Ukraynaye 3 keştiyen li bendergehen Ukraynaye disekinin di çarçoveya sewqiyata dexl da derkevin re." -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '