Fona Alikariya Zarokan a Neteweyen Yekbüyi (UNICEF) ragihand ku 720 hezar zaroken Misilman en Arakani yen ji ber büyeren tundiya li Myanmare dewam dike ü talükeya demsala sikline ya li Bangladeşe wexte we nez dibe di bin tehdide da ne.
UNICEFe ji civaka navneteweyi xwest ku bila ji bo helkirina pewistiyen van zarokan acil hewl bidin.
Di rapora UNICEFe ya hat parvekirin da ji axaftina Manuel Fontaineye Direktora Bernameya Rewşa Acil a UNICEFe ji qismek hat dayin ü wi got: "720 hezar zaroken Arakani yen ku him li Myanmare ji ber tundiye di nav büyeran da dijin ü him ji li Bangladeşe di kampen gelek qelebalix da ji ber neçariye diminin di rastiye da nav dafikeke da ne."
Fontaine got ku heke ji bo pirsgireka Arakane çareseri neye ditin ev mesele we he ji gelek sal dewam bike.
Di rapore da ji civaka navneteweyi hat xwestin ku bila bi hewleke acil pewistiyen 720 hezar zaroken Misilman en Arakani hel bikin. -
|