Nobeda ku Dayiken Diyarbekire li ber Serokatiya HDPye ya Parezgeha Diyarbekire dan destpekirin da ku zaroken wan en revandi li wan werin vegerandin, dewam dike.
Çalakiya rüniştine ya ku Dayiken Diyarbekire bi idiaya bi deste HDPye zaroken wan ji bo sere çiya hatine revandin, di 3ye ilone da li ber avahiya partiye dabün destpekirin, 78 roj e dewam dike. Herwiha ziyareten kesayet ü saziyan en ji bo piştgiriya malbatan ji didomin.
Komeke ku ji Fransa, Almanya Belçika, Holanda, Swisre ü Awistiryaye hatin, çün ziyareta dayiken Diyarbekire ü gulen sor dan deste wan. Di ziyareta ku alaya Tirk hat diyarkirin da kesen li we dere hestiyar bün.
Malbatan alaya Tirk li kone çalakiye daliqandin ü herwisa bertek nişani welaten Ewropaye dan.
"Me biryar da ku em bibin Diyarbekiriyen fexri"
Ali Erkoç ku li Kolna Almanyaye diji, di daxuyaniya xwe ya li ser nave kome da diyar kir ku ji çend welaten Ewropaye ew hatin da ku behsa doza dayikan bikin.
Erkoç diyar kir ku dewleten Ewropaye sinor rakirine ü büne yek, lebele hewil didin ku Tirkiyeye perçe bikin ü wiha axivi:
"Dive em nekevin ve dafike. Ji ber ku bi Kurd, Tirk, Laz ü Çerkezan va em mileteki esil in. Li ve dere di nava me da ji her mileti insan hene. Herwiha yen ku bi me ra hatine je welatiyen me yen Elewi ü Kurd ji hene. Heya em di bin alayeke da li keleka hev bin, kes nikare pişta me dayne erde. Em e destüre nedin ku me perçe ü dabeş bikin. Me weki qefle biryar da ku em bibin Diyarbekiriyen fexri. Em e li her dere qala ve doze (çalakiya dayikan) bikin. Dibe ku zimanen me cuda bin, lebele her tişte me yek e." -
|