Serokwezire Iraqe Adil Ebdulmehdi ji Şexe Ezhere Ehmed et-Teyib ra nameya vexwendine şand ku welate wi ziyaret bike.
Di nüçeya rojnameya fermi ya Iraqe Sebahe da wiha hat gotin, "Serokwezir Adil Ebdulmehdi bi deste Nünere xwe ye Taybet Ebdulkerim Haşim ji Şexe Ezhere Ehmed et-Teyib ra nameya vexwendine şand ku Iraqe ziyaret bike."
Herwiha hat diyarkirin, Nünere Taybet e Serokwezire Iraqe Haşim ku li paytexte Misre Qahireye ye, ligel Şexe Ezhere Teyib "geşedanen di navber herdu welatan da ü rola nerm a Ezhere ya di alema Ereb ü İslame da" nirxandin.
Di nüçeye da herwisa hat diyarkirin ku kefa Şexe Ezhere ji bi vexwendine ra hat ü got ku di firsenda ewil da ew e icabeti dawete bike.
Ebdulmehdi di civina çapemeniye ku duh li dar xist da herwiha ragihand ku wi ji rebere dini ye alema Katolik Papa Franciscus ra vexwendnameyek şand ku were Iraqe ü biçe ser qebra Hezreti İbrahim. -
|