Fevzi ü Filiz Topçuya jin ü mer li Golaye navçeya Erdexane diminin ü ji xwe ra bo kef ü meşqeleye sera çekirin. Malbata Topçu ya ji bo kefe di seraye da hin tov reşand ü şitil danin ü ditin ku keda wan beredayi naçe ü sera ji wan re bü bostaneki pircure.
Li navçeye ji ber şert ü mercen hewaye ku perar di bin sifire da heta 35,9 pileyi daketibü gelek feki ü sewze qet nagihejin le Fevzi Topçuye 72 sali tevli xanima xwe Filiz Topçuye ji bo xwe serayek çekirin.
Malbata Topçu ewili ji bo hin lazmatiyen mala xwe serayeke biçük a li gor xwe çekirin ü te da gelek tişt ajotin heta ji petex bigir heta zebeş nezi 30 cure sewze ü feki ji seraya xwe kom kirin.
Bi ve tevgera xwe malbata Topçu him pewistiyen mala xwe çareser kirin ü him ji ji bo şeniyen hereme bün minak ku dema şert ü merc bi cih bin avhewaya Goleye ji bo çandiniye ne asteng e.
Fevzi Topçu daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku wan ewili ji bo kef ü meşqeleye ji xwe ra dest bi xebateke wiha kir ü wiha pe da çü: "Me gelek hewl da ü te de gelek sewze ü feki gihiştin. Li Goleye ji bo di qada çandiniye da ji bo mirov bikaribe bi ser keve ked lazim e. Lewra erde ve dere piçeki hişk e ü me we bi xera zibil pari nerm kir. Me gelek hewl da. Ez bi sewze ü fekiyen ji ve dere hildidim va ji tirşiye bigir heta kartol, ji we bigir heta pivaze pere nadim tu tişteki. Di seraye da nezi 30 sewze ü feki em datinin ü berhev dikin. Ji ve dere em sewzeyen mina xiyar di nav heyame da du caran diçinin."
Filiz Topçuye ji got ku mere we li ve navçeya ji bo çandiniye ciheki geleki zor ü zehmet e bi tene bo kefe dest bi xebate kir.
"Tişte ku nedibü me bi cih ani"
Topçuye ragihand ku merheleya ew gihiştine qet hevi nedikirin ü wiha pe da çü: "Ji zebeş bigir heta isotan me gelek tişt li ve dere dani, me tu dani, gilyaz ü wişne ji li ve dere bün. Ev ji nişan dide li Goleye her tişt mimkun e heşin be le ji bo ve hewl ü xebat lazim e. Bi taybeti ji ji bo jinan kareki gelek baş e, em zivistane pere nadin sewze ü fekiyan ji baxçeye xwe hiltinin." -
|