Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 07:39 
News  > 

Ji ser dardakirina Menderes ra 58 sal derbas bûn

16.09.2019 17:20

Ji ser dardakirina Serokwezîrê rehmetî Adnan Menderesê ku 17ê Îlona 1961an hatibû dardakirin ra 58 sal derbas bûn ku dardakirina wî wekî rûpeleke reş ket nava rûpelên dîroka demokrasiya Tirkiyeyê.

Ji ser dardakirina Serokwezire rehmeti Adnan Menderese ku 17e İlona 1961an hatibü dardakirin ra 58 sal derbas bün ku dardakirina wi weki rüpeleke reş ket nava rüpelen diroka demokrasiya Tirkiyeye.

Li gori agahiya ku peyamnere AAye berhev kir, Ali Adnan Menderes ku di diroka siyasi ya Tirk da keseki li ber çavan e, sala 1899an li Aydine hat dinyaye. Diya wi Tevhide Xanim, bave wi Ethem Beg ü eta wi Melike ji ber wereme mirin.

Menderes sala 2ye İlona 1928an bi Fatma Berrin Xanime ra ku ji malbata Evliyazadeyan ku li İzmire malbateke naskiri ne, zewici ü bi nave Yuksel, Mutlu ü Aydin se zaroken wi çebün.

Menderes di Firqaya Komari ya Serbest da dest bi kariyera xwe ya siyasi kir. Pişti girtina Firqaya Komari ya Serbest, Menderes derbasi CHPye bü.

Menderes di reveberiya CHPye ya parezgehe da dest bi peywire kir ü herwiha teşkilata partiye li Aydine jinüva saz kir.

Ataturk gava Aydin ziyaret kir, bi Menderes ra 4 saetan rünişt ü hevditin kir. Menderes herwiha di hilbijartina peşwext a sala 1931an da ligel ku nebübü namzed, weki parlamenter hat hilbijartin. Menderes dü ra hin bü ku Ataturk ew kiriye nava listeye. Menderes di hilbijartinen 1935, 1939 ü 1943yan da weki Parlamentere CHPye ye Aydine hat hilbijartin ü benavber 14 salan di koma CHPye da peywir ani cih.

Damezirandina Partiya Demokrat

Partiya Demokrat (DP) di 7e Rebendana 1946an da bi deste Celal Bayar, Adnan Menderes, Fuat Koprulu ü Refik Koraltan hat damezirandin.

Serkeftina Partiya Demokrat a di hilbijartinen 1950yan da

Hikümeta CHPye biryar sitand ku hilbijartinen gişti yen 1e Adara 1950yan di 14e Gulana 1950yan da werin kirin. Di hilbijartine da Partiya Demokrat bi pileyeke mezin bi ser ket. Adnan Menderes ji ji Stenbole weki parlamenter hat hilbijartin. Herwiha di hilbijartine da Partiya Demokrat ji sedi 53 deng wergirt ü ji sedi 84e meclise bi dest xist.

Derbeya eskeri ya 27e Gulana 1960an

Komiteya Yekitiya Neteweyi ku ji 38 general ü sübayen Hezen Çekdaren Tirk pek te, 27e Gulana 1960an ber deste sibehe dest dani ser reveberiye.

Adnan Menderes ku di çarçoveya gera welet da li Kutahyaye bü, bi deste Albay Muhsin Batur hat binçavkirin ji bo Enqereye hat veguhestin. Dü ra digel endamen Partiya Demokrat en girti li Yassiadaye hat tewqüfkirin.

Darizandinen li Yassiadaye 14e Cotmeha 1960an dest pe kirin ü 15e İlona 1961an bi dawi bün. Di encama dadgehe da Adnan Menderes 17e İlona 1961an li Yassiadaye hat dardakirin.

Menderese ku bi gotina "Edi bes e gotin gotina milet e" derket ser dika siyaseta Tirkiyeye, weki "şehide demokrasiye" cihe xwe ye di nava rüpelen diroke da wergirt.

Bi qanüneke ku 11e Nisana 1990i da bi deste Meclise hat qebülkirin, itibara Adnan Menderes ü hevalen wi yen ku pe ra hatin dardakirin, le hat vegerandin.

Di çarçoveya heman qanüne da merzelen Adnan Menderes, Hasan Polatkan ü Fatin Ruştu Zorlu 17e İlona 1990i ji İmraliye bo merzele abideyi ye li ser Kolana Vatane ya Stenbole hatin veguhestin. -



 
Latest News





 
 
Top News