Mithat Sancare Hevseroke Gişti ye Partiya Demokratik a Gelan (HDP) bang kir ku bila hemü partiyen siyasi der bare erişa ku diji Serokatiya Bajer a İzmire hat kirin di demek heri kurt da ben bal hev ü got ku "Em hemü bi hev ra helwesta hevpar a diji ve listika qirej, bixwin ü tari nişani gelen Tirkiyeye bidin. Ji bo ve wexte me hindik e. Heqe me ye derengmayine tune."
Sancar li navenda gişti ya partiya xwe civina çapemeniye li dar xist ü idia kir ku "planeke kaose ü hesabe pevçüneke navxweyi xistine dewre".
Sancar got eşa wan mezin e ü got ku "Lebele biryardariya me ya di siyaseta demokratik da heri kem biqasi hers ü eşa me teqez e."
Sancar bangi seroken partiyen siyasi kir ü got ku "Em bi seroken hemü partiyen siyasi yen li parlementoye ne ü li parlementoye ci nagirin ra di demek heri kurt da ben bal hev. Em geşedanan bi hev ra binirxinin. Em hemü bi hev ra helwesta hevpar a diji ve listika qirej, bixwin ü tari nişani gelen Tirkiyeye bidin. Ji bo ve wexte me hindik e. Heqe me ye derengmayine tune."
"Endameki me bü ku alikariya kar ü baren rexistina me ya bajer a İzmire dikir"
Sancar got ku Deniz Poyraze ku di erişe da hat kuştin endameki wan bü ku li Omerliya navçeya Merdine hatiye dine ü ji ber nexweşiya diya xwe demek e alikariya kar ü baren Serokatiya Bajer a İzmire ya HDPye dikir.
Sancar diyar kir ku Poyraz di dema erişe da li serokatiya bajer tene büye ü behs kir ku ji bo iro civineke ku de 40 kes beşdar büna dihat plankirin lebele hat paşxistin.
Sancar ragihand ku Pervin Buldana Hevseroka Gişti ya HDPye ü parlementeren HDPye, endamen MYK ü Meclisa Partiye ber bi İzmire va derketin re, li navenda gişti ji maseya qeyrane hat avakirin. -
|