Wezire Karen Navxweyi Suleyman Soyluye ku li Silopiye tevli hezen ewlehiye paşiv kir got: "Ji rexistinen terori bermayiyen dawin man. Hezen me yen ewlehiye ji heqe wan derten ü bi tu awayi paşve gav navejin."
Wezir Soyluye ku ji bo hin hevditinan li Şirnexe bü pişti ku li navçeya Cizire li ber Çeme Dicleye fitara xwe vekir derbasi Silopiye bü ü bi welatiyan ra sohbet kir.
Soylu li navçeye geriya, esnaf ziyaret kirin, bi wan ra sohbet kir, paşe ji derbasi Qereqola Başak Koye bü ü li wir bi hezen ewlehiye ra hat bal hev.
Wezir Soylu destnişan kir ku netewebüyin tişteki hesan nine ü wiha pe da çü: "Mirov bi eş ü keseran dibe milet. Li ser sifreyeka fitar ü paşive mirov deste xwe bi hev ra ji Xwede ra vedike, dia dike ü dibe milet. Hin caran bi govende ü hin caran ji mirov xwe dide bin tabüteke ku li sere alaya Tirkiyeye heye ü wisa dibe milet."
Di axaftina xwe da Soylu ragihand ku wek Tirkiye ji ezmüneke mezin derbas bün ü wiha pe da çü: "Geleki bi ser me da hatin. Bi taybeti ji xwestin ku me beri hev bidin. Xwestin pergala dewlete serobin bikin, hiqüq ü demokrasiye berteref bikin. Dema ev tişt dikirin xwestin qeweta me bişkinin. Le şikir ji Xwede ra ew iradeya ku vi gele hane nişan da biserket."
"Ji rexistinen terori bermayiyen dawin man"
Soylu diyar kir ku li hemberi rexistinen terori tekoşina dane destpekirin benavber didome ü wiha dewam kir: "Ji rexistinen terori bermayiyen dawin man. Hezen me yen ewlehiye ji heqe wan derte ü bi tu awayi paşve gav navejin. Xwestin tişteki din bikin, li derveye sinore me bi cih bibin. Şikir ji Xwede ra li Efrin, Cerablus, Ezaze ji aliyeki va li diji DEAŞe ü ji aliyeki va ji li diji PYD/PKKe em tekoşiyan ü me nişani dinyaye da ku em wisa pariye devan ninin." -
|