Berdevka Qesra Spi Sarah Sanderse da zanin ku Seroke Amerikaye Donald Trump ü Serokomar Recep Tayyip Erdogan iro de li ser telefone biaxivin ü de di axaftine de li ser rewşa dawin a li Süriyeye bisekinin.
Berdevk Sanderse di brifinga çapemeniye ya li Qesra spi de bersiva pirsen der bare mijaren di rojeve de da ü der heqe rewşa dawin a li Süriyeye de nirxandin kirin.
Sanderse bersiva pirseke der bare "Herekata Çiqle Zeytüne" ya ku Tirkiyeye li Efrine diji PYD/PKKye da destpekirin got "Duh ji ev mijar hatibü axaftin. Em ji wan dixwazin ku rageşiye (li Süriyeye) kem bikin."
Sanderse eşkere kir de di axaftina ser telefone de ya Trump-Erdogan a ku te payin ku iro be kirin ji li ser mijara Süriyeye bisekinin ü diyar kir ku beriya hevditine naxwaze bikeve nav hürgiliyan.
Berdevk Sanderse di brifinga çapemeniye ya duh de daxuyaniya xwe de gotibü "Em fikaren ewlehiye yen Tirkiyeye yen meşrü dizanin ü cidi dibinin. Em xebata xwe ya bi Tirkiyeye re didominin."
Sanderse her wiha nirxandina "Em bangi hemü aliyan dikin ku li bakure rojavaye Süriyeye bala xwe bidin mexlubkirina DEAŞe, bila pevçünen li Süriyeye kem bikin ü sivilen mesüm biparezin. Em dixwazin ku rejima hov a Esed venegere Efrine. Ji bo ku şere navxweyi ya li Süriyeye xilas bibe eme wek diplomatik xebaten xwe dewam bikin." -
|