Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 13:35 
News  > 

Ji Putîn û Bîden danezana hevpar: Em girêdana xwe ya ji bo ku tu carî şerekî nukleerê nedin destpêkirin teyît dikin

16.06.2021 23:41

Di danezana hevpar a ku ji hêla Vladîmîr Putînê Serokdewletê Rûsyayê û Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê va hat weşandin da hat diyarkirin ku di şerekî nukleerê da dê tu kes qezenc neke û girêdana ji bo ku tu carî şerekî wiha nedin destpêkirin hat teyîtkirin.

Kremline pişti hevditina ku iro li Cenevreye di navbera Putin ü Biden da hat kirin danezana hevpar a ku li sere li hev kirin weşand.

Di danezane da hat diyarkiirin ku Rüsya ü Amerika nişan da ku di heyamen rageşiye da ji dikarin ku di ware stratejik da peşbinikirine pek binin, xetereyen pevçüna çekdari ü tehdida şere nukleere kem bikin ü ber bi hedefen hevpar va peş bikevin.

Di danezane da hat destnişankirin ku Peymana Kemkirina Çeken Stratejik en Nü (STARTa nü) ya di navbera Amerika ü Rüsyaye da demek kurt beri niha hat direjkirin ü wiha hat gotin: "Direjkirina STARTa nü delila giredana me ya ji bo kontrola çeken nukleere ye. Em iro teyit dikin ku di şere nukleere da de tu kes qezenc neke ü giredana xwe ya ji bo ku şereki wiha tu care nedin destpekirin disa teyit dikin."

Di danezane da hat diyarkirin ji bo ku bigihejin hedefen navbori di navbera Rüsya ü Amerikaye da de di demek kurt da istişareyen berfireh dest pe bikin ü hat gotin ku "Di mijara istiqrara stratejik da de diyalogeke duali ya saxlem ü xurt be destpekirin. Bi saya diyaloga navbori em dixwazin ku xime kontola çekan a di peşeroje da ü tevdiren kemkirina xetereyan biavejin."

Putin: "Hevditin geleki ereni derbas bü"

Serokdewlete Rüsyaye Putin pişti lütkeye daxuyani dan ü got ku hevditina wan a bi Bidene Seroke Amerikaye ra "geleki ereni" derbas bü.

Putin got "Me bi Biden ra di mijara destpekirina istişareyen di ware ewlehiya siber da li hev kir. Ev mijar geleki giring e." ü ragihand bi Biden ra li hev kirin ku balyozen Rüsya ü Amerikaye yen ku ji bo istişareyan paşda gazi wan kiribün disa vegerin cihen peywira xwe.

Putin ragihand ku dibe ku di mijara iadekirina welatiyen Amerikaye da hin tewizan bidin.

Biden: "Min fikaren xwe yen der bare mafen mirovan da anin ziman"

Seroke Amerikaye Joe Biden ji got ku "Min ji Putin ra got ku ajandaya min diji Rüsyaye yan ji welateki din nine, ev ji bo gele Amerikaye ye."

Biden diyar kir ku ji Putine Serokdewlete Rüsyaye ra fikaren xwe yen der bare mafen mirovan da ani ziman ü de ji niha pe va ji bine ziman.

Biden got bi Putin ra mutabiq man ku ji bo relegirtina belavbüna çeken tevihev mekanizmayeke diyaloga istiqrare ya stratejik ava bikin. -



 
Latest News





 
 
Top News