Berdevke Hikümeta Herema Kurdistane Iraqe (HKI) Sefin Dizeyi red kir ku Partiya Demokrata Kurdistane (PDK) alikariya mirovi ü muhimmat şandibe herema di bin dagirkeriya YPG/PKKya rexistina terore.
Dizeyi di daxuyaniya xwe ya ji bo AAye de derbare nüçeyen ku goya alikariya mirovi ü muhimmat şandine Eynulerebe (Kobane) daxuyani da.
Berdevk Dizeyi ani ziman ku idiayen navbori rast nin in ü got, "Alikariyeke wisa nebüye, lebele heke pewist bü dikarin alikariya mirovi bişinin ji bo gele we hereme."
AAye ve nivroye di nüçeya xwe ya ku digihand çavkaniyen peewle yen li nava Süriyeye de ragihandibü ku duhe ji Deriye Sinori ye Semelkaye ye li ser sinore Iraq-Süriyeye bi nezika 200 TIRi alikariya mirovi digel muhimmatan sinor derbas kirine.
Li gori ve hezen koalisyone yen bi serekriya Amerikaye dema derbasbüne, heta Eynulerebe (Kobane) refeqeta TIRan kiribün. -
|