Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/04/2024 01:51 
News  > 

Ji dayikên şehîdên Qulpê bo dayikên Diyarbekirê piştevanî

21.09.2019 16:50

Malbatên xebatkarên daristanê yên ku li Qulpê di êrîşa terorê da şehîd ketibûn ji bo piştevaniyê çûn serdana dayikên Diyarbekirê.

Malbaten xebatkaren daristane yen ku li nezi Beyroka gunde ser Qulpa navçeya Diyarbekire di dema erişa terore da şehid ketibün ji bo piştevaniye çün cem dayiken ku HDPye weki berpirsyare revandina zaroken xwe dibinin ü li peşiya Serokatiya Bajer a Diyarbekire çalakiya rüniştine dimeşinin.

Çalakiya dayiken ku HDPye weki berpirsyare revandina zaroken xwe dibinin ü ji 3ye ilone vir da li peşiya Serokatiya Bajer a Diyarbekire çalakiye rüniştine dikin dewam dike.

Di 12e ilone da teroristen PKKyi li texma Beyroka gunde Qulpe bi teqemeniya destan çekiribün va eriş kiribün ü İhsan Çelikbileke 43 sali, Mehmet Bozyele 17 sali, Ahmet Aye 23 sali, Sinan Digere 45 sali, Abit Yildize 22 sali, Omer Yildize 15 sali ü Siraç Yildize 26 sali di erişe da şehid ketibün.

Ji wan şehidan malbaten Omer Yildiz, Abit Yildiz, Siraç Yildiz ü Ahmet Ay ji bo piştevaniye malbaten ku HDPye weki berpirsyare revandina zaroken xwe dibinin, ziyaret kirin.

Di dema ziyarete da hin caran dayikan xwe negirtin, hestir barandin ü dirüşmeya "Qehr li PKKe be" berz kirin.

"Xwede kesen vi kirin qehr bike"

Kutbettin Aye bave Ahmet Ay diyar kir ku ew ji bo piştgiriye bidin dayikan hatin serdane ü wiha pe da çü: "Kure min ü kesen din ji bo berhevkirina ezingan çübün. Kezeba me şewiti le bila kezeba kesen din neşewite. Di sala 1993an da se xalen min hatin şewitandin. Tevli xezüre min 7 kesan di şeveke da dan ber guleyan ü qir kirin. Di sala 1997an da girtin ser mala min ü 5 kes qir kirin. Edi bes e. Ev eş ü keser we heta çi çaxe dewam bike. Xanima min ji ber gurçiken xwe nexweş e, van eşan dikişine ü herdu çav nabinin. 3 qiz ü 2 kure min hene. Ahmet çü ü ew hej ezep bü. 6 meh bere li Şirnexe esker bü. Hej ew e bixebitiya ji bo emeliyata diya xwe le şehid ket. Xwede qehra xwe li wan kesen ev kirin bike. Em bi salan e di hedefa rexistina terore da ne."

Munevver Yildiza xwişka Abit ü Omer Yildiz ji got ku ew ji bo piştevaniye hatine ü wiha domand: "Xwede bela wan kesen ev agir beri nav dile me dane, bidee. Wan em perişan kirin."

"Em dibejin edi bes e"

Ziynet Yildiz a ku di sala 1994an da mere we ji hela PKKya rexistina terore va hat kuştin ji got ku ew ji bo li hewla dayikan xwedi derkeve hat ü wiha dewam kir: "Xwede heqe wan nehele. Ew nabejin zarok ü mezin hema qir dikin. Di sala 1994an da xwesiya min ducani ya 7 mehi bü ü tevli 6 zaroken we ew qir kirin."

Methiye Yildiza diya Siraç Yildiz ji got ku eşa wan pir mezin e derde wan pir giran e ü ji kure we du sewi mane. -



 
Latest News





 
 
Top News