Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 11:46 
News  > 

Ji Danîmarkayê Bo Kesên Ku Êrîşî Balyozxaneya Tirkiyeyê Kirin Cezayê Dersînorkirinê

20.02.2019 15:05

Ligel cezayê hebsê, cezayê dersînorkirinê jî dan 4 kesên ku di adara derbasbûyî da bi molotof kokteylan êrîşî Balyozxaneya Tirkiyeyê li Kopenhagê kirin.

Cezayen 4 kesen ku di adara derbasbüyi da bi molotof kokteylan erişi Balyozxaneya Tirkiyeye li Kopenhage kirin, diyar bün.



Di danişina li Dadgeha Bajare Kopenhage da Dadger Elisabeth Larsene biryar xwend ü got ku ji 4 berşiken ku temene wan di navbera 19-24 saliye da ne, je ji 3yan ra ji her yeki ra salek ü 9 meh, ji ye mayin ra ji salek ü 6 meh cezaye hebse hat birin.



Larsene herwisa got ku der heqe berşikan da bi awayeki yekdengi ew biryar ji hat dayin ku ji welet ben dersinorkirin. Li gori cezaye ku hat ragihandin, berşik heta 12 salan nikarin bikevin nava sinore vi welati. Disa ji bo berşiken ku ji 26e adara derbasbüyi vir va girti ne, biryara dewamkirina hale wan e tewqüfbüyi hat dayin.



Ji bo biryare ji ew sedem hat destnişankirin ku berşik di çarçoveya nerineke politik da organize tevgeriyan ü xwestin ku Balyozxaneya Tirkiyeye li Kopenhage bişewitinin.



Hat diyarkirin, ji bo ku erişi Balyozxaneya Tirkiyeye li Kopenhage bikin, berşikan bi xwe ra 7 molotof kokteyl anin ü ji van teqemeniyan dudu je ji li neziki cama binaye ketin ku ev ji nişaneya we yeke ye ku armanca erişkaran, sotandina balyozxaneye ye.



Te peşbinikirin ku parezeren berşikan de diji biryare derkevin.



Büyer



Par 4 erişkaren neziki rexistina terore PKK/PYDye yen bi esle xwe Süriyeyi çalaki li dar xistibün ü bertek nişani Operasyona Çiqle Zeytüne ya ku Tirkiyeye par li Efrine li dar xist ü arami ediland, dan. Erişkaran di 19e Adara 2018an da deste sibe molotof kokteylan erişi Balyozxaneya Tirkiyeye li Kopenhage kiribün.



Danişina doza ku erişkar ji 26e adara derbasbüyi vir va tefqüfkiri ten darizandin, di berfanbare da dest pe kiribü. -



 
Latest News





 
 
Top News