Li Yaygina gunde Bidlise gundi ji ber ku xeten GSMye nakişinin ji bona bi telefone xeber bidin derdikevin ciyen bilind.
Li gunde Yaygine ku 16 kilometro düri Bidlise ye gundi ji bona bi telefone xeber bidin derdikevin ciyen bilind.
Gundi ji ber ku xeten GSMye nakişinin derdikevin ser xani ü daran ü dixwazin ku li gund istasyona baze be avakirin.
Ji gundiyan Oznur Çelike daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ji ber ku li gund istasyona baze tuneye zor ü zehmetiye dibinin ü wiha axivi: "Ji ber ku li gund internet tuneye xwendekar ji bona serledanen ders ü wargehan bikin ji mecbüri diçin navenda bajer. Em ji rayedaran alikariye dixwazin. Dikarin li vir istasyoneke baze ava bikin."
Halis Demire ji gund destnişan kir pirsgireka wan ya heri mezin şebekeya GSMye ye.
Demir diyar kir ku ji bona bi telefone xeber bidin derdikevin ciyen bilind ü wiha got: "Em dixwazin rayedar li gunde me istasyona baze çekin ü em mexdür nebin. Bi taybeti xwendekar mexdür dibin."
Ji gundiyan Takyetin Kirmizi diyar kir jina wi ya astengdar 13 sal e di nav ciyan da ü wiha peyivi: "Ji bona gazi ambulanse bikin sala par em di nav berfe da 2 kilometro meşiyan. Zivistane her kes derdikeve ser gir ü helanan." -
|