Li Bingole xwendekaren zaningehe ji bo zaroken di nexweşxaneye da tedawi dibinin zütir baş bibin ü kefa wan xweş bibe xebatek dan destpekirin.
Xwendekaren Beşa Xizmeta Civaki ya Fakulteya Fen Edebiyate ya Zaningeha Bingole di hefte da rojeki diçin Beşa Nexweşiyen Zarokan ü Welidandina Jinan a Nexweşxaneya Bingole ü li wir odeya zaroken nexweş dixemilinin ü ji wan ra çirokan dibejin.
Xwendekaren dildar zaroken nexweş li odeya hobiye ya nexweşxaneye kom dikin, bi wan ra listikan dilizin, bi cil ü bergen palyaçoyan va zarokan kefxweş dikin.
"Armanca me ew e ku em stresa zarokan kem bikin"
Seroka Kluba Beşa Xizmeta Civaki ü Hevkarigeriye ya Zaningeha Bingole Eda Yenmez ji nüçegihane AAye ra daxuyand armanca wan ew e ku ew piştgiriye bidin tedawiya zarokan, wan kefxweş bikin ü stresa wan kem bikin.
Yenmez wiha behsa bernameye kir: "Ji me yek dibe palyaço, em pifikan tinin. Armanca me ew e ku em stresa zaroken tedawi dibin kem bikin. Ne bi tene zarok, em de ü baven wan en li cem wan diminin ji difikirin. Em dixwazin ew ji kefxweş bibin."
Pelin Dayana xwendekara zaningehe ji got ew bidil te nexweşxaneye ü dixwaze zarok kefxweş bibin.
Dayan got ew bi pifikan va odeya zarokan dixemilinin ü wiha axivi: "Em ji wan ra pirtüken çirokan dixwinin. Di odeya listike da em bi wan ra wexte xwe xweş derbas dikin. Bi vi awayi em piştgiriye didin tedawiya zarokan."
Xwendekar İbrahim Aktaş ü Gul Karahane ji gotin dema zarok ji ber van listik, çirok ü pifikan kefxweş dibin, ew bi xwe ji kefxweş dibin.
Serhekime Nexweşxaneya Nexweşiyen Zarokan ü Welidandina Jinan a Bingole Ferhat Korkutata ji got ev xebat ü hewldayina xwendekaran tesireke baş li ser zarokan dike, kefa wan te cih, malbaten zarokan ji ji ber van xebatan kefxweş in. -
|