Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 17:59 
News  > 

Ji bo zarokên Îdlibî di bin siya agirbestê da çalakiya "bafirokê"

09.07.2020 11:56

Berpirsê Kampa Tihê Ebdulselam Yusuf: "Zarokên li kampê ji her tiştî mehrûm in. Hemû saziyên civaka sivîl ên li dinyayê divê zarokên ku di kampan da têkoşîna jiyanê didin ji bîr nekin" Welîd Rahmunê 13 salî ku beşdarî çalakiya bafirokê bû: "Me ligel hevalên xwe ta, qarton, kaxiz û textik...

Li parezgeha İdlibe ya li rojavaye bakure Süriyeye, di kampeke sivilen ku bi dare zore ji cih ü waren xwe hatine derxistin le diminin, zarokan di demeke ku agirbest li dar e bafirok firandin ü ji xwe ra leyistin.

Berpirsen kampa Tihe ya ku li neziki sinore Tirkiyeye ji bo kesen ku ji erişen rejima Beşar Esed ü hevalbenden we revin hatiye avakirin, ji bo zaroken kampe çalakiya bafiroke li dar xist da ku zarok ji psikolojiya şer hineki dür kevin ü behna wan derkeve.

Zaroken ku di demeke ku agirbesta navbeyna Tirkiye ü Rüsyaye li dar e da çalaki kirin, li ser bafiroken xwe alaya Tirk xez kirin.

Berpirse Kampa Tihe Ebdulselam Yusuf di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnere AAye da diyar kir ku wan ji bo zarokan çalakiya bafiroke li dar xist da ku qet nebe hineki ji diltengiya şer dür kevin ü behna wan derkeve.

Yusuf wiha axivi, "Zaroken li kampe ji her tişti mehrüm in. Hemü saziyen civaka sivil en li dinyaye dive zaroken ku di kampan da tekoşina jiyane didin ji bir nekin."

"Me derd ü kul bi wan da jibirkirin"

Welid Rahmune 13 sali ku beşdari çalakiya bafiroke bü ji diyar kir ku wan ligel hevalen xwe yen kampe bi ve çalakiye va qet nebe hineki ji kul ü kederan dür ketin.

Rahmun wiha xeberda, "Me ligel hevalen xwe ta, qarton, kaxiz ü textik biter kirin ü pe bafirok çekirin. Me ev diyariya zaroken kampe kirin ü kefa wan ani cih. Me derd ü kul bi wan da jibirkirin."

Rahmun heri dawi bang kir ku alikariya zaroken li Süriyeye were kirin.

Rewşa İdlibe

Tirkiye, Rüsya ü İrane di 4-5e gulana 2017an da di civina Astanaye da İdlibe ü hin heremen bajaren derdora we (wilayeten Lazqiye, Hema ü Helebe), bakure bajare Humse, li Xüteya Rojhilat a li Şama paytext ü heremen li başüre welet (wilayeten Dera ü Quneytraye) bi tevahi 4 "heremen kemkekirina rageşiye" hatibün ilankirin. Lebele rejim ü teroristen ku İran piştgiriye dide wan, ji 4 hereman bili İdlibe heremen din tev bi piştgiriya esmani ya Rüsyaye bi dest xistin ü bere xwe dan İdlibe.

Di ilona 2018an da di navbera Tirkiye ü Rüsyaye da li Soçiye ji bo hezdarkirina agirbeste mitebaqat hat imzekirin. Hezen rejima bi qasi demeke navber dan erişen xwe ü ji gulana 2019an vir da ji bo tevahiye hereme bi dest bixin operasyon dan destpekirin.

Hezen rejime di ve çarçoveye da navçeyen giring en İdlibe, başür ü başüre rojhilate bajer, bakure Hemaye, çil ü çiyayen li rojhilate bajer, başür ü rojavaye Helebe bi dest xistin. Ji mitebaqata Soçiye vir da di erişen rejime ü piştgiren we da ji 1800i zedetir sivilan can da. Ji rebendana 2019an vir da jimara kesen ku koç kirin kemzede derkete 2 milyoni.

Tirkiye ü Rüsya di 12e rebendana 2020i da mitebiq man ku agirbest dest pe bike lebele rejima Esed ü mitefiqen we guh nedan agirbeste ü erişen li İdlibe domandin.

Li ser ve Serokomare Tirkiyeye Recep Tayyip Erdogan ü Seroke Rüsyaye Vladimir Putin di 5e adare da li Moskovaya Paytexte Rüsyaye mitebeqateke teze imze kirin ü ji 6e adara 2020i vir da agirbest ket rewace. Her çiqasi hezen rejime li hin hereman agirbeste binpe bikin ji bi pirani guh didin agirbeste. -



 
Latest News





 
 
Top News