Mitebeqata bi Amerikaye ra hat çekirin ya ji bo li bakure Süriyeye herema ewledar were avakirin ji bo welatiyen Süriyeye yen li Tirkiyeye dijin bü şahi ü heviya vegere.
Welatiyen Süriyeye yen ji ber zext ü tundiya PYD/PKKya rexistina terore ya ku Til Ebyada navçeya Reqaya bajare Süriyeye hildaye kontrola xwe revin ü xwe sipartin Eqçeqeleya navçeya Şaliurfaye avakirina "herema ewledar" weki heviya vegere nirxandin.
Welatiyen Süriyeye ji bo avakirina herema ewledar ji Tirkiyeye ra sipas kirin.
"Bi sedan hezar kese vegere"
Mihemed Wecihe Seroke Meclisa Tirkmenen Süriyeye daxuyani da nüçegihane AAye ü diyar kir ku herema ewledar were avakirin ü rexistina terore je were derxistin gelek welatiyen Süriyeye ew e vegerin welate xwe. Wecih destnişan kir ku rexistina terore zilmeke mezin kir ü wiha pe da çü:
"Gel li bende ye ku herem ji terore were paqijkirin lewra rexistina terore dest daye ser mal ü milke gel, agir bere zeviyen wan daye, zaroken wan bi zore daye şerkirin. Dema herema ewledar bibe bi sed hezaran welatiyen Süriyeye ew e vegerin malen xwe. Çawa ku pişti herekaten Mertale Ferate ü Çiqle Zeytüne em vegeriyan axa xwe em e disa herin welate xwe. Peyman çi dibe bira bibe, bira Tirbeya Sileman Şah bibin dewsa bere. Weki Tirkmen em e tirbeya kalike xwe mihefeze bikin."
Deham Kuweyise li Eqçeqeleye jiyana xwe didomine ji diyar kir ku 7 sal e li bende ye ku vegere mala xwe. Kuweyis got ku geleki ji welate xwe hez dike ü mitebeqata Tirkiyeye ü Amerikaye çekirin ji bo welatiyen Süriyeye bü kefxweşi.
Kuweyis wiha axivi: "Min biriya gel, hewa ü eqrebayen li welet kiriye. Ji ber ku ji PYD/PKKya rexistina terore ditirsin em nikarin vegerin axa xwe. Dema herin ji ihtimaleke mezin em nikarin vegerin. Xebera avakirina herema ewledar weki ku şer xilas büye em kefxweş kirin. İnşallah hesreta me ya 7 salan ew e xilas bibe."
Raad Sunhi ji got avakirina herema ewledar ji bo wan bü weki eyde, ji ber geşedanan geleki kefxweş bün.
Ehmed Merxi ji got ne bi tene ew hemü kesen li benda vegere ne şa bün. Merxi got edi dem hat ku vegerin axa xwe. -
|