Seroke Lijneya Revebirine ya TEKNOFESTe Selçuk Bayraktar diyar kir, li Azerbeycane coş ü xurüşa TEKNOFESTe li her dere heye ü wiha dewam kir, "Em li benda hemü xwişk ü birayen xwe yen Azerbeycani ne ku werin TEKNOFESTe."
TEKNOFEST li dinyaye Mihricana Hewageri, Feza ü Teknolojiye ya heri mezin e ü Ajansa Anadoluye (AA) Şirike we ye Ragihandina Global e. TEKNOFEST li dervayi Tirkiyeye cara ewil we li Azerbeycane were lidarxistin. Di 26-29e gulane da li Baku Crystal Hall ü Parka Neteweyi ya Tenişta Behre were lidarxistin. Amadehiyen TEKNOFESTe li ber kutabüne ye.
Beriya ku çalaki dest pe bike, Selçuk Bayraktar bi mensüben çapemeniye ra li qada çalakiye geriya ü stanten saziyen hevpar ziyaret kirin.
Bayraktar li qada çalakiye daxuyani da ü diyar kir, ji bo ku tekiliyen Tirkiye ü Azerbeycane xurt bibin ü ji bo ku peşxistina teknolojiyen kritik wan biryar da ku TEKNOFEST li Azerbeycane were lidarxistin.
Bayraktar destnişan kir, Serokomar Recep Tayyip Erdogan ü Serokomare Azerbeycane İlham Eliyev we roja şemiye xelaten şampiyonen teknolojiyan bide wan. -
|