Seva ku hundire we ji mina qalike we sor e ü li Posofa navçeya Erdexane digiheje ji hela Saziya Marka ü Patente ya Tirk va bi nişaneya erdnigariye va hat tescilkirin.
Di salen dawin da qada ku ev sev le hatine danin her diçe kem dibe ü ji ber ve ji 2 sal ü niv bere ji bo tescilkirina seva sipsor xebatan dest pe kiribü.
Bi saya hevkariya Şaredariya Posofe ü Odeya Pişe ü Bazirganiye ya Erdexane feki bi nave "Seva Posof-Badeleye" hat tescilkirin.
Seroke Odeya Pişe ü Bazirganiye ya Erdexane Çetin Demirci daxuyani da nüçegihane AAye ü got ku pişti pitika Damake ü hingive çiçekan ev berhema seyemin e li ser nave Erdexane te tescilkirin.
Demirci destnişan kir ku ew gelek kefxweş in, dixwazin hemü berhemen aide Erdexane ne bidin tescilkirin ü wiha pe da çü: "Ev seva ku hundir ü qalike we sor e ü hat tescilkirin ji bo herema me we bibe deriye debare. Bere niqaşeke weke ku peqlewaya me ye yan ya Yewnanistane ye hebü ü em ji bo re ji niqaşen wiha ra nemine dixwazin hemü berhemen aide Erdexane ne bidin tescilkirin." -
|