Seroke Gişti ye CHPe Kemal Kiliçdaroglu der heqe qanüna ku AK Parti peşkeşi Meclise dike de got: "Ve yasaye ji bo mayindekirina rewşa neasayi tinin. Di salen 1971 ü 1980e de me heman tişt ditin. Heman tişti dikin, ve yeke bicih tinin."
Kiliçdaroglu li Komcivina CHPe ya Meclise axaftinek kir ü ragihand ku ew dixwazin ji bo eşkerebüna rastiyen 15e Tirmehe komistoneke lekoline were avakirin le AK Partiye ev red kiriye.
Kiliçdaroglu got: "Tu derdikevi meydane pirozbahiye diki. Xwina 250 kesi di stüye Recep Tayyip Erdogan de ye. Heq ü hiqüqa 250 şehidi ü ya birindaran ez diparezim."
Seroke CHPe rexne li qanüna ku peşkeşi meclise dibe kir ü wiha axivi:
"Li dinyaye tu zalim bi ser neketiye. Numüneyeke wisa tuneye. Zilma zalimi we rojeke bi mucadeleya me ya bibawer bidawi were. Her derbe hiqüqa xwe ava dike. Reveberiyeke keyfi a yekkesi heye, Wezir tunene, hemü memür in. We kijan itiraz li Erdogan bike? Di deqeye we xwe li ber deri bibine. Iraqa Seddam wisa bü, bi sere xwe biryar dida. Heta ku heza wi ter dikir xelk dixistin bin zexte. Qeddafiye Libyaye wisa bü. Di reveberiyen yekkesi de legerina li heq tuneye. Nave ve ye di tarixe de ji serdestiya Firewni ye." -
|