Ji aliye Serokatiya Reveberiya Peşketina Hereme ya Projeya Rojhilate Anadoluye (PRA) va seba projeyen li parezgehen hereme yen di ware peşketina abori, sosyal ü çandi da par 162,5 milyon lire pere hat xerckirin.
Li gori agahiya ku peyamnere AAye ji Rapora Fealiyeta Sala 2017an a Serokatiya Reveberiya Peşketina Hereme ya PRAye berhev kir, Reveberiye par ji bo parezgehen li Rojhilate Anadoluye finansmaniya gelek projeyen cuda yen weki peşketina çoltere, avdan, heywandari, vejen ü herwiha çand, perwerde, huner ü vejandina deveren xirabebajaren diroki kir.
Di ve çarçoveye da par ji bo 310 projeyen ku di qaden navbori da pek hatin, 162,5 milyon lire çavkani hat dabinkirin.
Dema mirov li dabeşkirina projeyan meze dike, mirov dibine ku seba projeyen avdana çandiniye 82 milyon lire, seba projeyen avdana heywanan 10,5 milyon lire, seba peşxistina binesaziya heywandariye 24,4 milyon lire, ji bo peşxistina binesaziya veberhenana nebati 4,8 milyon lire, seba projeyen vejena tave 7,5 milyon lire, seba projeyen çavkaniyen jeotermale ji 500 hezar lire pere hatiye xerckirin. -
|