Ji bo Selahattin Demirtaşe Hevseroke Gişti ye HDPye ye bere ji ber ku di axaftineke li Wane da bangi gel kiriye ku süc bikin, bi eşkereti tehrik kiriye ü pesne Abdullah Ocalane serkeşe rexistina terore daye, 10 sal cezaye hepse hat xwestin.
Serdozgeriya Komare ya Wane lepirsina li ser axaftina Demirtaş a di merasima vekirina avahiya xizmete ya Şaredariya Bajare Mezin a Wane da temam kir.
İdianameya hat amadekirin bi deste Dadgeha Cezaye Giran a 2yan hat qebülkirin.
Di idianameye da ji ber sücen "kirina propagandaya rexistina terore", "ji bo rikdari ü dijmintahiye tehrikkirina gel" seba Demirtaş hetani 10 salan cezaye hepse hat xwestin.
Di idianameye da hat diyarkirin ku li ser giliyeke ji BÜMERe ra hat kirin lepirsin dan destpekirin, hat ragihandin ku di bernameye da Hevseroka Gişti ya DBPye Sabahat Tuncel ü Şaredare Bajare Mezin e Wane Bekir Kaya ji axivine.
Di idianameya ku metne axaftine ji tev kirine da hat gotin ku Demirtaş di daxwaznameya ji Serdozgeriya Komare ya Wane ra şandiye da gotiye naxwaze bi navbeykariya SEGBİSe ifadeye bide.
Disa di idianameya da hat diyarkirin ku Demirtaş di axaftinen xwe da pesne Abdullah Ocalane serkeşe rexistina terore daye ü wiha hat gotin:
"Bi heman awayi operasyonen ku hezen ewlekariye di çarçoveya tekoşina diji terore da meşandin şaş nişan dide ü dixebite ku çalakiyen PKK/KCKya rexistina terore meşrü raye bide. Weki mayin di axaftine da dibeje 'Qeyuman tu cari qebül nekin, nas nekin ü li rüye wan meze nekin, fermana wan bi ci neynin, selama wan hilnedin.' ü bangi gel dike ku qanünan binpe bike. Disa disa bangi gel kiriye ü gotiye 'Ji bo berxwedana sivil a mezin dibe hün amade bin, ev ji bo me zehf giring e, meseleya mirin ü mayine ye.' ü gel tehrik kiriye. Di axaftinan da cudahiya Tirk-Kurdbüne derxistiye peşiye ji bo rikdari ü dijmintahiye axiviye. Di dimen ü qeyda dengan da sabit e ku şikbar ev sücan kirine, dixwazin ku bira li gor xalen eleqedar caze bidin wi." -
|