Mizakereyen ku seroken Almanya, Fransa, Rüsya ü Ukraynaye bi nave Formata Normandiyaye ji bo çareseriya kriza Ukraynaye dan destpekirin, pişti 3 salan careke din bi re va çü.
Zirveya Serokan a Çarali ya Normandiyaye bi mazüvaniya Serokomare Fransaye Emmanuel Macron li Qesra Elizeye hat lidarxistin.
Beri zirveya çarali, Seroke Dewleta Rüsyaye Vladimir Putin ü Seroke Dewleta Ukraynaye Vladimir Zelenskiy ligel Seroka Almanyaye Angela Merkel ü Macron cuda cuda hevditinen duali kirin.
Pişti beşa yekemin a zirveya çarali ku bi qasi du saetan ajot, Putin ü Zelenskiy cara ewil rübirü li hev rüniştin. Li ser pirsa rojnamegeran, Putin diyar kir ku ew ji hevditine memnün e.
Seroken ku di şive da cardin hatin cem hev, derbasi beşa duyemin a zirveya çarali bün. Pişti zirveya ku qedera 5,5 saet ajot, Macron, Merkel, Putin ü Zelenskiy civina çapemeniye ya hevbeş li dar xist ü bersiv dan pirsen rojnamegeran.
Ji xeyni ve herwiha pişti zirveye, danezaneke hevbeş ku ji van herse madeyan, "Ji bo edilandina istiqrara li herema şer ü pevçüne tedbiren bilez", "Tedbiren ji bo cibicikirina madeyen siyasi yen Peymanen Minske" ü "Gaven Dümahike" pek te, hat weşandin.
Pişti Zirveya Serokan a Çarali ya Normandiyaye ku ji bo çareseriya kriza Ukraynaye li Parise hat lidarxistin, Macron, Merkel, Putin ü Zelenskiy biryar sitandin ku heya dawiya sale li rojhilate Ukraynaye agirbesta tam were cibicikirin.
Herwiha serokan li ser we mijare ji li hev kirin ku heri dereng heya dawiya sale di navbera Ukrayna ü Rüsyaye da pevguhertina dilan pek were. -
|