Seroke Amerikaye Joe Biden li ser darizandina 3 kesen ku sala par Ahmaud Arberye reşike ji xwe ra li parqe bazdida ü ji kuştina wi ten sücdarkirin daxuyani da ü got: "Lazim e em ji bo peşerojeke ku tu kes ji ber renge xwe cane xwe netirse ü li ser yekiti ü heza hevpar ava bibe, hewl bidin."
Biden daxuyaniya niviski weşand ü ragihand ku doza büyera Arbey a ji ser videoye li peş çaven herkesi hat kirin ü biryara hat dayin ji nişan dide welet di pergala edaleta nijade da hatiye çi aste.
Di berdewamiya daxuyaniye da Biden destnişan kir gaven di doze da hatin avetin nişan didin ku pergala edalete li ser xwe ye, le tere nake ü wiha domand: "Lazim e em ji bo peşerojeke ku tu kes ji ber renge xwe cane xwe netirse ü li ser yekiti ü heza hevpar ava bibe, hewl bidin."
Doza Arbery
Li Brunswick a bajare Georgiaye di 23e Sibata 2020i da Gregory ü tevli kure xwe Travis McMichael erişi Ahmaud Arberye 25 sali ku ji xwe ra bazdida kirin.
Cirane erişkaran William Bryan ji alikariya wan kir ü videoya ku kişandibü ji di 5e Gulana 2020i da li ser medyaya civaki weşiya ü li ser ve herse gumanbar di 7e Gulane da hatibün girtin. -
|