Jinika ku li Belçikaye ü li Balafirgeha İzmir Adnan Menderese li ser sandoqe wene kişandin ü ji şiroveya li ser weneye ya "te du caran deng daye" ra bersiva "bira ew qas ji bibe" da, hat binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, jinika ku li derveyi welet diji ü nave we Ş.E. ye, pişti parvekirina ser medyaya civaki ku li Belçika ü Balafirgeha İzmir Adnan Menderese deng daye, ekiben Midüriya Emniyete ya İzmire xebat da destpekirin.
Jinik hat binçavkirin ü ji bo ifadeya we ew birin Midüriya Emniyete ya Navçeya Selçuke.
Ş.E, di ifadeya xwe ya ewil da idia kir ku we bi heneki ew wene li ser medyaya civaki parvekir ü got ku ne pekan e ew du caran deng bide.
Ji Serdozgeriya Komare ya Enqereye daxuyani
Li gor daxuyaniya ku ji Serdozgeriya Komare ya Enqereye hat dayin ji, Lijneya Bala ya Hilbijartine der heqe Ş.Eye da gilidar bü ü xwest ku "bira lekolin were kirin be ka du nasnameyen we hene an na".
Di daxuyaniye da hat gotin ku der heqe jinike da ji ber süce "mixalefeta Qanüna Hilbijartine" ü "di ewraqe fermi da sextekariye" lepirsine dest pe kir ü gumanbar li Selçüka navçeya İzmire hat binçavkirin. -
|