Li Diyarbekire ji ber ku germa hewaye li gor demsale zede ye kesen heywanan xwedi dikin he ji heywanen xwe li derva diçerinin.
Her sal di mehen çileya peşin ü paşin da ji ber hewaya sar heywan di kom ü tewleyan da dihatin xwedikirin, le isal ji ber ku germa hewaye li gor demsale zede ye, baran kem dibare heywan he ji li mergan diçerin.
"50 roj e peze me li merge ye"
Fikri Sertkayaye li Guroluka taxa Bismile diji ü pez xwedi dike got her sal di ve demsale da heywan di goman da dihatin xwedikirin, le isal heywan he ji li mergan diçerin.
Sertkaya wiha axivi: "Ji ber ku demsal xweş e 50 roj e peze me li merge ye. Ji ber ku hewa germ e berxen nübüyi dinyaye ji baş mezin dibin ü nexweş nakevin. Le ji bo ku ziwahi çenebe em bende ne ku baran bibare."
"Em dixwazin berf ü baran bibare"
Fethi Goksu ji ani ziman ji ber ku hewa germ e sibe heta evare ew pezen xwe li merge diçerine ü wiha axivi: "Feydeya ve hewaya bihare ji me ra heye. Le disa ji em dixwazin berf ü baran bibare. Heke ziwahi çebibe we zirare bide."
"Em dia dikin baran bibare"
Seroke Yekitiya Kesen Pez ü Bizinan Xwedi Dikin e Diyarbekire Abdullah Çetinkaya ji gor hewa germe ü ji ber ku kem baran dibare ew xemgin in.
Çetinkaya wiha axivi: "Rewşa niha wek ku ji bo xwediye heywanan baş xuya bike ji em dia dikin baran bibare. Heke baran nebare ziwahi we çebibe, bihaye em ü kaye we pir zede bibe. Eve ji bibe sedem ku mesrefa wan zede be." -
|