Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/04/2024 05:20 
News  > 

Ji ber ku bi dilketiya xwe ra nezewicî bi tena serê xwe dijî

14.09.2019 14:35

Li Agiriyê Memîş Orhan Turanê 71 salî ku ji ber qelen bi dilketiya xwe ra nezewicî li serê çiyê di konteynerê da bi tena serê xwe dijî.

Li Agiriye Memiş Orhan Turane 71 sali ku ji ber qelen bi dilketiya xwe ra nezewici li sere çiye di konteynere da bi tena sere xwe diji.

Turane li navçeya Taşliçaye wek "Xale Memiş" te naskirin 54 sal bere li ser kaniye dile wi dikeve keçeke. Turan keçike ji malbata we dixwaze ü ji ber qelene giran nikare bizewice ü 4 sal bi şun da ji ji bona eskeriye diçe Stenbole. Pişti ji esker te seh dike ku dilketiya wi tevi malbate bar kiriye ü ji bona dilketiya xwe bibine li gelek bajaren Tirkiyeye digere.

Ji ber ku dilketiya xwe nabine li sere çiye diji

Memiş Orhan Turane ku dilketiya xwe nabine vedigere navçeye li sere çiye di beraqeye da bi tena sere xwe diji. Turane heta niha ezep maye ü bi tena sere xwe diji di konteynera Heyva Sor ya Tirkiyeye da dimine.

Turane bi pirani di beraqeya ku li sere nivis nivisiye ü bale dikişine da diji car caran wesaitan dişo ü debara xwe dike.

Memiş Orhan Turan ji kesen ten serdana wi ra sitranan dibeje ü nave dilketiya xwe ji ji tu kesi ra nabeje.

Turane daxuyani da nüçegihane AAye destnişan kir bi tena sere xwe diji ü li benda dilketiya xwe ye ü wiha got: "Me ji hez dikir, le ji ber qelen ez nezewicim. Emre min ji 70 derbas bü. Min moristankek ji neeşandiye. Min eleqe bi kesi nekir. Wexta wesait ten li gor rewşa we çaxe kefa min li ci be dişom. Wexta wesait tunebin ji rüdinim ü nimej dikim. Ji bona dilketiya xwe bibinim li Tirkiyeye geriyam. Tene her Xwede ye, le heger tu sebir biki..."

Memiş Orhan Turan diyar kir nave dilketiya xwe ji kesi ra nabeje ü wiha axivi: "Ji bona em negihiştin hev min xwest bi tene bijim. Me ji hev ra sond xwar ku em e bigihejin hev. Me bi xwina xwe nave hev nivisand."

- "Eşqen rasti nayen jibirkirin"

Turan destnişan kir eşqen niha sexte ne, zewac bi behaneyen biçük diqedin ü eşqen rasti nayen jibirkirin ü wiha peyivi: "Min ü dilketiya xwe me nanek li hev par dikir. Min nan dida deve we ü we ji nan dida deve min. Pişti ez ji bona eskeriye çüm Stenbole bave we ew hilda ü çü. Bave we çü, le min li ser beraqeye wiha nivisand 'Hesabe evdan heye, le hesabe Xwede başqe ye.' Ji bona dilketiya min 175 hezar lire qelen xwestin. We çaxe 175 hezar lire pereye 2 wesaitan bü. Pereye min tunebü ü bave min ji we çaxe betal bü."

Memiş Orhan Turan destnişan kir mina roja ewil li benda dilketiya xwe ye ü got ku ez ji dil ü can bawer dikim ku dilketiya min we rojeke vegere. -



 
Latest News





 
 
Top News