Ji ber virusa koronaye ya nü (Kovid-19) di rojeke da li Hindistane 1039 ü li Brezilyaye ji 335 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Hindistane di 24 saeten dawin da bi mirina 1039 kesan va hejmara miriyan derket 95 hezar ü 542 kesan.
Li çar aliye Hindistane di rojeke da 82 hezar ü 767 nexweşen nü hatin tesbitkirin ü hejmara peketiyan derket 6 milyon ü 73 hezar ü 348an.
Ji sere meha ilone vir va hejmara peketiyan roj bi roj zedetir dibe.
Heta niha 5 milyon ü 16 hezar ü 520 kesen bi wan ra Kovid-19 hatibü tespitkirin ji ji şewbe filitin ü baş bün.
Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyen Kovid-19e berhev dike Hindistan li dinyaye welate duyemin e ku le heri zede peketi hene.
Brezilya
Li Brezilayaya ku Kovid-19e le zede tesira xwe nişan da di 24 saeten dawin da 335 kes mirin.
Li gor daneyen Wezareta Tenduristiye ya Brezilyaye hejmara miriyan derket 141 hezar ü 776an ü hejmara peketiyen nü ji 14 hezar ü 318 kes zede bü ü derket 4 milyon ü 718 hezar ü 309an.
Li gor agahiyan hejmara kesen ji viruse filitin ü baş bün ji gihişt 4 milyon ü 60 hezar ü 88an.
Brezilyaya ku serjimara we ji 211 milyoni zedetir e li Amerikaya Latini wek navenda şewbe te binavkirin. -
|