Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 04/05/2024 08:21 
News  > 

Ji ber Kovîd-19ê di nav rojekê da li Brezîlya, Meksîka û Hindistanê 2 hezar û 398 kes mirin

11.07.2020 10:12

Ji ber şewba virusa koronaye (Kovid-19) di nav 24 saetan da li Brezilyaye 1214, li Meksikaye 665 ü li Hindistane ji 519 kes mirin.

Li gor daneyen Wezareta Tenduristiye ya Brezilyaye bi mirina 1214 kesan va hejmara kesen li seransere welet ji ber şewbe mirin gihişt 70 hezar ü 398an ü hejmara peketiyen Kovid-19e ji 45 hezar ü 48 zede bü ü gihişt milyonek ü 800 hezar ü 827an.

Hejmara kesen ku bi şewbe ketibün ü je xilas bün ji bü milyonek ü 78 hezar ü 763.

Nifusa Brezilyaye ji 211 milyoni zedetire ü pişti Amerikaye di nav welaten ku şewba Kovid-19e le zede belav bü da di reza duyemin da ye.

Li gor malpera internete ya "Worldometer" a ku daneyen der bare Kovid-19e da berhev dike Brezilya di nav welaten dinyaye da welate duyemine ku heri zede şewb le heye.

Li Meksikaye hejmara miriyan gihişt 34 hezar ü 191i

Li gor daneyen Wezareta Tenduristiye ya Meksikaye di nav 24 saeten dawin da ji ber Kovid-19e hejmara miriyan 665 zede bü ü derket 33 hezar ü 191i.

Hejmara weqiayan ji bi zedebüna 6 hezar ü 891i kesi va gihişt 289 hezar ü 174an.

Li welet heta niha 177 hezar ü 97 kesen bi wan ra şewba Kovid-19e hatibü tespitkirin ji nexweşiye filitin ü baş bün.

Hejmara miriyen li Hindistane ji gihişt 22 hezar ü 123an

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Hindistane di nav 24 saeten dawin da li çar aliye welet 519 kes mirin ü hejmara miriyen ji ber Kovid-19e ji gihişt 22 hezar ü 123an

Hejmara peketiyen Kovid-19e ji di 24 saeten dawin da 27 hezar ü 114 zede bü ü gihişt 820 hezar ü 916an.

Li welet heta niha 515 hezar ü 386 kesen bi wan ra Kovid-19 hatibü tespitkirin ji şewbe filitin ü baş bün.

Li gor malpera Worldometere li seransere dinyaye di nav welaten ku peketiyen Kovid-19e le heri zede ne da Hindistan di reza seyemin da ye. -



 
Latest News





 
 
Top News