Serokomar Recep Tayyip Erdogan ü Seroke Konseya Serokatiya Dewlete ya Bosna Herseke Bakir İzzetbegovic hatin bal hev.
Erdogan ü İzzetbegovic pişti hevditina bi heyetan ü hevditina rü bi rü civineke çapemeniye li dar xistin.
"Rojeveke veşarti ya welate me tune"
Erdogan di axaftina xwe ya li vir wiha got: "Ji bili refah, yekiti ü peşketina aboriye ya Bosna Herseke rojeveke veşarti ya welate me tune ü tu care ji tunebü."
Serokomar Erdogan behsa FETOye kir ü wiha axivi: "FETOye çiqlen xwe bi hemü peren civake va alandiye ü dixwaze mina axtapoteki biji. Ji bo tekoşina di ve qade da ji hewildan ü xireteke mezin pewist dike. Em li bende ne ku pekhateya FETOye li Bosna Herseke bi xebaten duali va were jinavbirin. Di ve mijare da deriye me vekiri ne ku em hevkariye bikin."
"Ji ber gefen wiha em ji reya xwe venagerin"
Erdogan der bare idiaya di ziyareta Balkanan da süiqesd de wiha got: "Ji MİTe ev nüçe hat. Ji ber ku nüçe hat, ez li vir im. Ji ber gefen wiha em ji reya xwe nevagerin. Heke bi hezaran miroven ku ji cihen cuda yen Ewropaye ji bo serokeki bibinin hatine heke nikaribin hevdu bibinin ev ji bo min tişteki nebaş e. Eme bi wan re li vir hevdu bibinin. Plana me planeke pir cuda ye. Dema em derketin li ser re beyi ku eme dev je berdin em dewam bikin, wek 15e tirmehe." -
|